Tevgerên ciwanên Kurd li Londonê çalakiyek girseyî li dar xistin

Tevgerên ciwanên Kurd TCŞ û TêkoJIN li Londonê ya paytexta Îngilistanê merasîmek li dar xistin. Di merasîmê de banga têkoşînê hat kirin.

Li Londonê bi pêşengiya tevgerên ciwanên Kurd bi dirûşmeya “Bi ruhê 50 saliya serfiraziyê, werin cenga azadiyê” merasîmek girseyî li dar xistin.

Di merasîmê de ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştre sînevîzyonek a li ser nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser ciwantiyê, hat temaşekirin.

Çekdar Amara li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) axivî û destnîşan kir ku divê ciwan li dijî êrîşên çekên kîmyewî, li kolanan bibin dengê gerîla.

Di merasîmê de Sûna Alan û Koma Sers, derket ser dikê. Bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Bijî PKK” hatin berzkirin.