Teslîm Tore li Bernê hate bîranîn

Teslîm Tore, di salvegera 2’emîn a vefata xwe de hate bîranîn. Di bîranînê de hate diyarkirin ku serkeftina tekoşîna çînî ya karkerên Tirkiyê, encax bi têkoşîna hevbeş a ligel Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya li dijî faşîzmê re pêkan e.

Ji bo kadroyê pêşeng a tevgera çep a Tirkiyê Teslîm Tore ku di 24’ê Mijdara 2019’an de jiyana xwe ji dest dabû, li bajarê Bernê ya Swîsreyê merasîmek bîranînê hate lidarxistin.

Teslîm Tore yê ku sazûmankarê Partiya Kedê ya Komunîst a Tirkiyê û kadroyê pêşeng ê tevgera çep a Tirkiyê bû, ji sala 2003’an û şûnve wek surgunekî siyasî li Swîsreyê jiyan dikir. Tore, li Berna ku lê tedaviya penceşerê didît jiyana xwe ji dest da.

Tevî malbata Tore, hevalên wî yên tekoşînê, saziyên şoreşger û gelek kes tevlî merasîma ku li komeleya Kûtush a bajarê Bernê ya bi boneya salvegera vefata wî hatî lidarxistin bûn.

Di bîranînê de di kesayeta Teslîm Tore de ji bo hemû şehîdên şoreşê yên Tirkiyê, Kurdistan û cîhanê deqeyek rêz hate girtin. Piştre sînevîzyonek li ser jiyana tekoşînî ya Tore hate pêşkêş kirin.

Di bîranînê de destpêkê kurê wî Hesen Tore axaftî û got: “Teslîm Tore ne tinê bavê min bû, di heman demê de ji min re bû heval û hevrê.”

Hesen Tore anî ziman ku ew bi jiyana wî ya tekoşînê şanaz e û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Emê wek malbat, dost û hezkiriyên wî, xwedî li tekoşîna wî derbikevin.”

Peyama ku Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal ji merasîmê re şandî hate xwedin. Di peyamê de ev hate destnîşan kirin: “Em malbata hevrê Teslîm Tore û kesên tevlê merasîma salvegera 2’emîn a bîranîna Tore bûne silav dikin. Di roja me de rastiya ku herî zêde hişmendiyê de bicih bû eve ye; serkeftina tekoşîna çînî ya karkerên Tirkiyê, encax bi têkoşîna hevbeş a ligel Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya li dijî faşîzmê re pêkan e.

Teslîm Tore bi têkoşîna xwe ve hetanî nefesa dawî ev ji xwe re dikir hedef. Ez wî di salvegera 2’emîn de bi hezkirin, rêz û mînet bibîr tînim. Em wek şoreşgerên Tirkiyê û Kurdistanê me bi têkoşîna ku ji bo pêşeroja azad ya gelên me û hemû bindestan bi rêvebirî re, me faşîzm anî ber têkçûyînê. Tevî hêzên serwer ên kapîtalîst û hevkarên wan ên paşverû yên herêmê jî, yên qezenç bikin wê gelên me bin. Em di nava pêvajoyek ku mizgîniya serkeftinê bidin de ne. Bi kelecan û baweriya ku em vê mizgîniyê bidin hevrêyê xwe Teslîm Tore, em soza layiqbûnê didin di serî de wî bixwe û hemû rêberên şoreşê.

Li ser vî bingehê ez carek din mamosteyê me Teslîm Tore bi rêz û hurmet bibîr tînim û li ber bîranîna wî bejna xwe ditewînim.

Li ser navê Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê jî siyasetmedar Necdet Atalay axaftinek kir. Atalay got: “Teslîm Tore hetanî nefesa xwe ya dawî jî ji tekoşîna şoreş û sosyalîzmê paş nema, di her heyamê de bê navber û bi israr tekoşîna xwe domandiye.”

Bîranîn, bi axaftinên li ser navê partî û saziyên şoreşger ên wekî SYKP, ADGB û Kûtush devam kir. Her yek ji hevalên Tore jî axaftinek kir û ji bîranînên xwe yên jiyana tekoşîna Teslîm Tore mînak dan.

Li pêy axaftinan bîranîn bi dawî bû.