'Terorîstê herî taloke' yê Swîsreyê di destê YPG'ê de ye

Diyar bû ku yek çeteyên DAÎŞ'ê ku beriya bi çendekê li cihekî veşartî yê Baxozê bi operasyoneke YPG/QSD'ê sax hatî girtin, Danîel D. ye ku weke 'terorîstê herî taloke' yê Swîsreyê tê zanîn.

Danîel D. ku ji Swîsreyê ye û Interpol li tevahiya cîhanê lê digere, bi navê 'Abdullah Funsu al-Swîssrî' jî tê zanîn. Danîel D. 2014'an, Nîsanê çûye Sûriyê û tevlî nav DAÎŞ'ê bûye. Danîel D. yê ku ji Cinêvê ya Swîsreyê ye, beriya ku tevlî nav çeteyan bibe jî li Swîsreyê terorîstekî navdar bû, bi nasnameyeke dî çûbû Tirkiyê, li wir hatibû girtin.

Lê li gel ku nasnameya wî rastîn derkete holê jî dewleta Tirk li şûna ku Danîel D. radestî Swîsreyê bike, ji nedîtî ve hatibû ku sînorê Sûriyê derbas bibe û tevlî nav çeteyên DAÎŞ'ê bibe. Endamê din ên hicrê ku Danîel D. jî di nav de bû, Kevin Z. Nîcholas P.  Kanûnê piştî êrîşa li ser turîstên Skandînavî li Fasê hatibû girtin.

SWÎSRE LI PEY WÎ BÛ

Lê ev ji mêj ve bû ku yekîneyên ewlehiyê yên Swîsreyê bi ser şopa Danîel D. ve nedibûn, heta ku hêzên YPG/QSD'ê nîvê Hezîranê li herêmeke nêzî Baxozê, hicreyeke DAÎŞ'ê bi operasyonekê bi dest xistibûn.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) 23'yê Adara 2019'an bi çarçoweya 'operasyona qedandina terorê' ya pêngava 'Bagera Cizîrê' Baxoz a Sûriyê ku di bin dagikeriya çeteyên DAÎŞ'ê de rizgar kiribûn û dawî li avaniya bi navê 'xîlafetê' ya çeteyan bidawî kiribûn, çeteyên DAÎŞ'ê kişiyabûn herêma bi navê Badiye El-Şam a sînorê Iraqê ku jê re 'çola Sûriyê' tê  gotin. Ji bo qedandina bermahiyên dawî yên terorîstan operasyonên li ser vê herêmê van rojên dawî zêde bûbûn.

Li gorî nûçeyên Yekşemê yên Swîsreyê di operasyonekê de ya bi ser stareyên herêmê de yek ji çeteyê ku bi saxî hatî girtin çeteyê bi navê Danîel D. ye. Nûçegihanên navder ê Swîsreyê Kurt Pelda û Tîtûs Platner nûçeyek hazir kirin û gotin, di nûçeyê de bi berfirehî hate vegotin bê ka Danîel D. yê Swîsrî û endamên din ên çeteyan çawa rêxistiniya xwe kirine û di ser Tirkiyê re derbasî Sûriyê bûne.

Tê meraqkirin bê ka meqamên Swîsrê wê ji bo Danîel D. ku li girtîgehên Rojavayê Kurdistanê girtiye daxwaza  şandinê endamên çete  bikin an na. Danîel D û 2 endamên din ên çeteyan niha di dest hêzên YPG/QSD'ê de ne.

Heta niha ji 3 hezaran zêdetir endamên çeteyên DAÎŞ'ê bi operasyonên YPG/QSD'ê yên li Bakurê Sûriyeyê hatine destgîrkirin. Nêzî hezarî ji van ji welatên Rojavayî ne û tevahî welatiyên 46 welatan in. Lê heta niha tenê Fransa, Endonezya, Rûsya, Fas û Sûdanê welatiyên xwe yên ku sax hatine girtin ji rêveberiya Rojava xwestine.