Teqîna li Tûgaya Zirxî ya Rihayê Yekîneyên Tolhildanê li xwe girt

Teqîna şeva 13’ê Mijdarê ya depoya cembilxaneyê ya li 20’emîn Fermandariya Tûgaya Zirxî ya artêşa Tirk a li Rihayê pêk hat, Yekîneyên Tolhildanê li xwe girt.

Yekîneyên Tolhildanê ya daxuyaniyek nivîskî da ev agahî da: “Li Rihayê depoya cebilxaneyê ya li 20’emîn Fermandariya Tûgaya Zirxî ya TSK’ê 13’ê Mijdarê saet derdorî 22:30’î ji aliye Yekîneya Tolhildanê ya Aynûr Ada-Delal Amed ve hatiye îmhakirin.”

Komê diyar kir ku teqîn ji du nuqteyên cuda ve li ser hev ji aliyê dronan ve hatiye kirin û ev gotin: “Leşker û tîmên taybet jî din av de 19 leşker hatine kuştin, bi dehan leşker jî birîndar bûne.”

Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hate dayîn: “Fermandarê Tûgayê jî di nava birîndaran de ye. Yekîneyên me anî ziman ku ji 70 zêdetir ambûlans ketine hundirê tûgayê, piştî çalakiyê yekîneyên me bi selametî gihiştine navendên xwe.”