Aktîvîstên TCŞ û TekoJin saetên êvarê li Schlossgarten a bajarê Stuttgartê hatin gel hev û bi daxuyaniyekê diyar kirin ku ew tevlî pêngava “Werin Cenga Azadiyê” dibin.
Ciwanan gotin ku “Pêwîste ciwanên Kurdistanê li dijî êrîşên qirker ên dewleta Tirk a faşîst û îxaneta PDK’ê bi ruhê şerê gelê şoreşgerî tevlî pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ bibin.”
Piştî daxuyaniyê ciwanan bang li ciwanên Kurdistanî kirin ku divê li dijî faşîzm û êrîşên dagirker û qirker bê navber biherikin qadan. Çalakî bi drûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Es Lebe Ocalan” bi dawî bû.