Têkîliyên Elmanya-Tirkiyeyê li Berlînê hat protestokirin

Li Berlînê bi banga “Erdogan li Elmanyayê ji bo ewlehiya canê me bi xeter e” mîtîng hat lidarxistin. Hat xwestin ku hikûmeta Elmanyayê dawî li têkîliyên xwe yên qirêj ên bi dewleta Tirk a dagirker re, bîne.

Li bajarê Berlîn ê Elmanyayê bi banga “Erdogan li Elmanyayê ji bo ewlehiya canê me, bi xeter e” li ber avahiya Serokwezîriyê ya Federal mîtîng hat lidarxistin.

Di mîtîngê de têkildarî bernameya Berlînê ya ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan plan kirî û piştre bername betal kir, axaftin hatin kirin.

Înîsiyatîfa Erdogan Not Welcome, Hevserokê FED-KURD’ê Kerem Gok, li ser navê Federasyona Karkerên Tirkiyeyî ya Elmanya (ATÎF) Suleyman Gurcan, li ser navê Kolektîfa Ararat Ben Garabedîan, Hevberdevka HDP’ê ya Elmanyayê Leyla Îmret û Parlamenterê Eyaleta Berlînê ya Dîe Lînke Ferat Koçak têkildarî têkîliyên Tirk-Elman axivîn û gotin ku ev têkîlî ji bo Kurdan û gelên Rojhilata Navîn bi xeter e. Ji hikûmeta Elman hat xwestin ku dawî li têkîliyên xwe yên bi dewleta Tirk re bîne.

‘DESPOTÊ HERÎ MEZIN Ê SERDEMA ME’

Siyasetmedar Hakan Taş axaftina vekirinê ya mîtîngê kir û wiha got: “Erdogan despotê herî mezin ê serdema me ye. Em dibêjin ku bila ev dîktatorê faşîst, bi xêr neyê vir. Erdogan xwe ji Peymana Stenbolê, paş de kişand. Erdogan xwest ku li Rojava Şoreşa Jinan bi panzerên Elman bi çewisîne. Ev ji aliyê femînîzmê ve tê çi wateyê? Yên dibêjin ‘Jin jiyan azadî’ bi dronên Tirk tên qetilkirin. Hikûmeta Elman li hemberî van mirinan dengê xwe nake.”

Li ser navê Înîsiyatîfa Erdogan Not Welcome daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê bang li hikûmeta Elman hat kirin û wiha hat gotin: “Saziyên nîjadperest û Ocaxên Paramîlîter ên Osmanî yên li Elmanyayê, bila bên girtin. Endamên MÎT’ê yên ku we gotiye hejmara wan bûye 6 hezar, dersînor bikin û yên sûcan dikin, bigrin! Eger komkujiyên mîna yên li Parîsê, li Elmanyayê biqewimin, hûn ji bo me çi pêşniyar dikin? Em serê xwe li ber celadên Erdogan bitewînin, yan ji bo ewlehiya canê xwe û ji bo standina ruhsatên çekan, serî meqamên rayedar bidin?

Hevserokê FED-KURD’ê Kerem Gok jî axivî û wiha got: “Beriya çend rojan, qirkirina Êzîdiyan hat qebûlkirin. Pêngavek girîng bû, lê pir dereng ma. Bila dewlet Elman vê baş bizane. Rast e; DAÎŞ’ê li Şengalê qirkirin pêk anî, lê yê ew fînanse kirî û piştgirî dayê Erdogan û dewleta Tirk bû. Erdogan dixwaze qirkirina li Şengalê pêk anî, li Rojava jî pêk bîne. Dewleta Elman a girêdayî mafên mirovan û hiqûqa NY’ê, li gorî qanûnan tev bigere û hîna qirkirin pêk nehatî tedbîrên pêwîst bigire.”

Li ser navê Federasyona Karkerên Tirkiyeyî ya Elmanya (ATÎF) Suleyman Gok jî axivî û wiha got: “Em li vir dewleta Tirk protesto dikin. Dewleta Tirk faşîst e. Ev dewleta faşîst bi pêşengiya Erdogan her roj, li dijî Kurdan, Ermeniyan û karkeran komkujiyan pêk tîne.”

Li ser navê Kolektîfa Ararat jî Ben Garabedîan got ku ew li dijî polîtîkayên Pan-Turkîst ên li Kafkasan li vir in.

Mîtîng piştşî axaftinên Hevberdevka HDP’ê ya Elmanyayê Leyla Îmret û Parlamenterê Dîe Lînkeyê Ferat Koçak, bi dawî bû.

Di mîtîngê de dirûşmeya “Deûtschland fîanzîert Erdogan bombardîert” hat berzkirin û pankartên “Stoppt Armenîan Genocîde” û “Deal mît Erdogan aûf kosten der Menschenrechte-nîcht mît ûns!” hatin hildan.