Tecrîd û êrişên dewleta Tirk yên li ser Rojava û Şengalê li Parîsê hat şermezarkirin

Li Parîsê di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” de bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên dewleta Tirk yên li hemberî Şengal û Rojava meşek hat lidarxistin.

Di meşê de ya ku li paytexta Fransa Parîsê de hat lidarxistin, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengal û Rojava hat şermezarkirin.

Çalakî di çarçoveya pêngava “Dem dema Azadiyê ye” de ji aliyê CDK-F û TJK-F hat lidarxistin.

Bi sedan kes tevlî meşê bûn. Meş li Meydana Repûblîqûe dest pê kir. Di meşê de pankarta li ser hatibû nivîsandin “Em li dijî dagirkeriya Tirkiyê Kurdistanê biparêzin” hat hilgirtin.

Di tevahiya meşê de ku heya bi Meydana Bastîlle dom kir belavokên CDK-F hatin xwendin û belavkirin. Her wiha bi domdarî dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hat berzkirin.

Li Meydana Bastîlle çalakî veguherî mîtîngê. Li wir ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistan û cîhanê deqîqeyek rêz hat girtin. Piştre Hevserokê CDK-F Necmettîn Demîralp axivî.

Demîralp got, “Yekemîn armanca bûyîna me ya li vê derê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û em baş dizanin ku wê roj bê ku hêzên hegemon yên navnetewî li hemberî felsefeya Rêber Apo çok deynin.” Demîralp bal kişande ser Yekîtiya Ewropa û bi taybetî hevdîtina di navbera Serokomarê Fransayê Emannûel Macron û Bexdayê û diyar kir, “Bêdengiya civak û dewletên navnetewî, Tirkiyê teşwîq dike ku li Kurdistanê sûcên şer bike.”

Di mîtîngê de ku bi berdewamî dirûşmeyên “Qatil-Terorîst Erdogan”, “Ji bo Kurdistanê çareseriya siyasî” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Çalakî bi banga tevlîbûna çalakiya ku wê roja 1’ê Îlonê saet 12:00’an li Birukselê pêk bê bi dawî bû.