Tecrîd li Darmstadt hate protestokirin

Li bajarê Darmstadt a Elmanyayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin, daxwaza azadiya wî ya fîzîkî hate kirin.

Di çalakiya li Darmstadtê hate kirin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin protestokirin.

Çalakiya li Qada Lûîsenê hate kirin, di axaftinên hate kirin de desteka Elmanya ya ji bo dîktator Erdogan hate şermezarkirin. Banga piştevaniya navneteweyî hate kirin.

Çalakiya Kurdên Darmstadê wê sibe li pêşiya Sefaretxaneya Tirk a Frankfûrtê dom bike. Roja 1’ê Gulanê jî wê li navenda Darmstadtê jî dom bike.