TCŞ û TekoJIN’ê ji bo tevlîbûna meşa Dusseldorfê bang kirin

TCŞ û TekoJIN’ê ji bo meşa ku wê ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve li dijî dagirkerî û xiyanetê li Dusseldorfê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê li hemû ciwan û jinên ciwan kir.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) ji bo meşa navendî ya ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve sibe li bajarê Dusseldof a Elmanyayê tê lidarxistin, banga tevlîbûnê kirin.

TCŞ û TekoJIN’ê di daxuyaniya xwe ya hevpar de diyar kir ku dewleta Tirk a li dijî têkoşîna gerîla têkçûnek mezin jiyan kir, ji bo ku ji tengezariyê derbikeve wekî ku di tevahiya dîrokê de heman tişt kirî dîsa çareseriyê di mezinkirina dagirkerî û mêtingeriya li ser gelê Kurd de dibîne û wiha got: “Artêşa dewleta Tirk a dagirker a ku bi 2’emîn artêşa mezin a NATO’yê tê naskirin, li dijî gerîla şaş maye û her roj têkçûneke nû re rû bi rû dimîne. Li dijî van têkçûnên giran, dijmin çekên nukleer ên taktîkî û kîmyewî ku li gorî qanûnên burjûwayî jî karanîna wan qedexe ye bi kartîne. NATO û dewletên Ewropa yên piştevanê herî mezin ên faşîzma Tirk in ji bo ku ev sûcên şer neyên rojevê, ev sûcên ku hevkar û piştevanê wan e bên nixûmandin, li ser saziyên navneteweyî û raya giştî sansurek mûtlaq pêk tînin.

Dîsan PDK û malbata Barzanî ku hem di plankirin û hem jî pêkanîna van êrîşan de cih digire, berpirsên sereke yên şehadetên li Kurdistanê çêdibin in. Xiyaneta ku di rastiya dîroka Kurd de bênavber dubare bûye, îro weke hêzeke ku ji dijmin bêhtir diminatiyê dike, li pêşberî me ye. Lê şerê destanî yê ciwanên Kurd li çiyayên me yên pîroz birêve dibin, ji hemû cîhanê re îlan kirine ku ne dagirkerî û ne jî xiyanet çarenûsa gelê me ye.”

Di daxuyaniyê de bang li hemû ciwan û enternasyonalîstên ku li Ewropayê dijî hat kirin ku xwedî li têkoşîna gerîla derbikevin û barê gerîla parve bikin û wiha hate gotin: “Felsefeya jiyanê ya ku Rêber Apo ava kirî, di şexsê Gerîlayên Azadiyê yên zarokên herî leheng, herî fedakar û wêrek ên gelê me de, hêzek a berxwedanê ku ji serketinê wêdetir tu tiştek din qebûl nake derxist holê. Êdî dema xwedîderketina li vê têkoşîna gerîla ya efsanewî û parvekirina barê wê ye. Li ser vê esasê em weke TCŞ û TekoJIN’ê em bang li hemû ciwan, jinên ciwan û enternasyonalîstên ku li Ewropayê dijîn dikin ku bi dirûşmeya ‘Li dijî xiyanet û dagirkeriyê Werin Cenga Azadiyê’ tevlî meşa ku sibe li bajarê Dusseldorf a Elmanyayê tê lidarxistin bibin.”