TCŞ û TekoJIN'ê bang li ciwanan kirin ku dakevin qadan

Tevgera Ciwanên Kurd TCŞ û Koordînasyona TekoJIN bang li ciwanan kirin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker dakevin qadan.

Koordînasyonên TCŞ û TekoJIN’ê têkildarî êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker ên ji şeva Şemiyê heta Yekşemê li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê pêk anîn, daxuyaniyeke nivîskî dan û hate gotin “Êdî şer bûye nuqteyeke jêveneger.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Dewleta Tirk a faşîst a qirker, ji bo qirkirina gelê Kurd pêk bîne, zêdetirî sed salî ye ku bi rêbazên herî qirêj di êrîşan de ye. Dixwaze parçe bi parçe erdnîgariya Kurdistanê dagir bike û bi qetlîamên hovane hewl dide daxwaza azadiyê ya herî biçûk jî tine bike. Dewleta barbar a ku li metropolên xwe bombeyan diteqîne vê yekê dike hincet, êrîşî Rojavaya ku bi xwîna bi hezaran Kurdan û têkoşîna wan a destanî hatiye avakirin, çiyayên Kurdistanê yên ku nekarî encam bigire, bi çekên kîmyewî bombebaran dike. Lê divê dagirker zanibin ku ne bomberdûmana wan wê encamê bide û ne jî dijminatiya wan a qirêj. Dor teng bûye û şer wê êdî bi têkçûna wan ya li nuqteyeke bê veger bi dawî bibe. 

TCŞ û TekoJIN'ê di berdewamiyê de ev tişt gotin, “Dewleta faşîst a Komara Tirk bi tasfiyekirina PKK’ê ku temînata Şoreşa Azadiya Kurdistanê ye, dixwaze Kurdan qir bike. Komara Tirk a ku dijminatiya her tiştî li Kurdan û Kurdistanê dike, wê di hewldanên dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava de bê encam bimîne û bi ser nekeve. Dema ku faşîstên Tirk xeyala lêxistina derbeyê li Metîna, Avaşîn û Zapê dikin, wê ji çar aliyên Kurdistanê heta Ewropayê li her qadê derbeya herî mezin bixwin. Wê para xwe ji hêrsa tolhildana ciwanên welatparêz ên li Kurdistan û Ewropayê dijîn bigire. Divê her ciwanê Kurd zanibe ku êdî veger nemaye; îro wê çi bibe, wê niha bibe. Dagirker divê bizane ku her ciwanê Kurd bi bûyîna Sara û Rûkenan, wê jiyanê li wan veguherîne dojehê. Roj ne roja rawestan, bendewarî û temaşekirinê ye. Roj roja Zagrosbûn, dijmin dane poşmankirine û bidestxistina azadiyê ye.

Ciwanên Kurdistanê;

Kîn û hêrsa xwe hembêz bikin, li ruhê xwe yê serketin û fedaîbûnê vegerin. Biherikin qadan, jiyanê rawestînin, Kurdistanê azad bikin. Ne piştre, niha!"