TCŞ û TekoJIN: Divê bênavber çalakiyên li dijî tecrîdê bidomin

Koordînasyona TCŞ û TekoJIN bal kişand li ser daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û got, “Divê çalakiyên encamgir ên li dijî tecrîdê bidomin.”

Koordînasyonên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) têkîldarî bêdengiya CPT’ê daxuyaniyek hevpar dan. 

Daxuyaniya TCŞ û TekoJIN wiha ye: “20 meh in ti agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Ji hevdîtinên parêzer û malbatê re bi hincetên ji rêzê destûr nadin. Di demên dawî de bi agahiyên ku li Îmraliyê zextên li ser Rêbertiya me girantir bûne, gelên ji hemû pêkhateyan li hemberî vê yekê rabûn û li ser saziyên peywendîdar zextê kirin û di encam de CPT’ê serdana Îmraliyê kir. Serdana lez û bez a CPT û ne eşkerekirina encamên serdanê bi xwe re fikarên mezin tîne. AKP-MHP û CPT di qada navneteweyî de ji tenduristî û ewlehiya Rêber Apo berpirsiyar in. Divê ev desthilatdarî û sazî bizanin ku; Her nêzîkatiya neyînî yê li hemberî Rêber Apo wê têkoşîna me derbasî qonaxekî din bike. Tê zanîn ku ciwan, gel û tevgerê me di mijara tenduristî û ewlehiya Rêber Apo çiqas hestiyar in. Ji bo vê divê demildest rewşa Rêber Apo were zelalkirin. CPT divê erka xwe bi cih bîne. 

Wekî ku di daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Asrinê de hat gotin, li hundir çi diqewime? Rêber Apo ji ber çi hevdîtinê red kir? CPT çima rewşa Rêber Apo zelal nake? Karê CPT ew e ku dawî li êşkenceyê bîne, karê wê ne xizmeta desthilatdaran e. 

‘DIVÊ LI HEMBERÎ TECRÎDÊ ÇALAKÎ BÊN KIRIN

Divê hemû gelên Kurdistanî û parêzvanên Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk her tim li ser tenduristî û ewlehiya Rêber APO hestiyar bin. Ciwanên Kurd ên li Ewropayê divê li ser vê bingehê çalakiyên encamgir xwe pêş bixin. Divê bi bênavber bi çalakiyên afirîner û encamgir bang li saziyên peywendîdar bikin ku erka xwe bi cih bînin. Bila neyê jibîrkirin ku Rêber Apo ji bo me hem sedema şer û hem jî ya aştiyê ye. Hêz û vîna ciwanan heye ku vê sedemê bînin bîra hemû kesê  û xwedî li Rêbertiya xwe derkevin. 

Li ser vê bingehê wê çalakiyên me bidomin. Em ê heta 16’ê Kanûnê bênavber li her qadê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li qadan bin. Di 17’ê Kanûnê de jî di gelek welatan de çalakî bikin. Em cardin bang li ciwanên Kurd dikin. Di çarçoveya pêngava Werin Cenga Azadiyê de dem hatiye ku Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bikin.”