TCŞ û JCA li Elmanyayê li dijî faşîzma dewleta Tirk meşiyan

Li bajarê Bîelefeldê yê Elmanyayê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Azad (JCA) li dijî faşîzma dewleta Tirk meşiyan.

Li bajarê Bîelefeldê yê Elmanyayê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Azad li dijî faşîzma dewleta Tirk meşiyan.

Çalakî saet di 14.30’an de li pêşiya îstasyona trênê ya navendî hate destpêkirin.

Êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a li ser Kampa Mexmûrê û Qendîlê hate protestokirin, desteserkirina şaredariyên HDP’ê, operasyonên qirkirina siyasî ya li ser Komeleya Jinan a Rosayê hate şermezarkirin.

Ciwanan bal kişandin ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qedexeya li ser PKK’ê ya li Elmanyayê şermezar kirin.

Ji bajarên Koln, Dusseldorf, Hannover, Kassel, Bochûm, Dûîsbûrg, Aachen, Dortmûnd û Essenê rêxistinên FFF, Antîfa, Lîngsjûgend (Ciwanên Çepgir) jî tevlî çalakiyê bûn.

Meş li navenda bajêr hate kirin û li pêşiya şaredariya Bîelefeldê bi govend û axaftinan bi dawî bû.