TCŞ-TÊKO-JIN: Li dijî tecrîdê em dakevin qadan!

TCŞ û TÊKO-JIN bang li ciwanên Kurdistanê kirin ku li dijî tecrîda li Îmraliyê dakevin qadan.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jin ên Ciwan ên Têkoşer (TÊKO-JIN) têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dîktator Erdogan ê ku nikare xwe li berxwedana bêhempa ya gelê Kurdistanê rabigire, ji bo navê xwe bi tîpên zêrîn li dîroka faşîzmê binivîsîne, bi hêza xwe ya desthilatdariyê bangên ji bo sefeberiya milî dike. Bi dijminên Kurdan ên sondxwarî hewl dide ku li tevahiya cîhanê dijminatiyê li Kurdan bike û herî zêde jî êrişî  rêberê têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê Rêber Apo dike.

Hêzên dost û dijmin her kes zane ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji bo gel û ciwanên Kurdistanê tê çi wateyê. Berxwedana bêhempa ya Rêber Apo ya li zindana qirkirinê ya Îmraliyê û fikrên wî bi hezaran carî ispat kiriye ku Rêberekî gel ê mirovahiyê ye."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dem dema hesabpirsîna ji dewleta Tirk a faşîst qirker e û hate gotin, "Hedefa bingehîn a şerê qirkirinê ku niha li dijî têkoşîna me tê meşandin, Rêber Apo ye. Bi rengekî nemirovane û barbar tecrîd li Rêberê me tê ferzkirin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku heta tecrîd li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam bike, divê ciwanên Kurdistanê bibin kabûsa faşîzmê, bi berxwedana xwe dijmin bihejîne û hate gotin, "Li ser vê bingehê bi navê TCŞ û TÊKO-JIN em bang li ciwanên şoreşger ên Kurdistanê dikin ku li dora Rêber Apo bicivin, dest bi pêvajoya pêngavî bikin ku derba dawî li faşîzmê bixe û Rêber Apo azad bike. Divê cîhan zanibe ku em ji vê re amade ne, em ê bi ser bikevin, em ê bi Rêber Apo re azad bibin."