TCŞ-Fransa, konferansa xwe ya yekem li dar xist

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) a Fransa, konferansa xwe ya yekem li dar xist.

Konferansa rêxistina TCŞ Fransa, bi dirûşmeya “Ji Bo Azadiya Rêber APO, Bi Hev Re Serhildan”, li banliyoya Vîlleneûve-Saînt-Georges a li paytexta Fransa Parîsê pêk hat.

Gelek deleqe ji banliyoyên girêdayî Marsîlya, Dragûîgnan, Bordeaûx, Toûloûse û Parîsê tevlî konferasê bûn. Di salona konferansê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û wêneyên şervanên di têkoşîna azadiyê de şehîd bûyîn hatin daliqandin. Heman demê salon bi alên TCŞ, PKK û KCK’ê xemilandin.

Konferasa ji bo bîranîna şehîdan bi deqeyek rêzgirtin destpêkirî, axaftina vekirinê aktîvîstek a TCŞ yê kir.

Di konferansa bi hilbijartina dîwanê dom kirî de, bi nirxandinên pêvajoya siyasî, meyla kapîtalîzmê ya li ser ciwanan û bi nîqaşên li ser rol û mîsyona ciwanan a li dijî van êrîşan berdewam kir.

Peyama bi dîmen a nirxandinên Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstsfa Karasû ya bi taybet li ser ciwanên li Ewrûpa hate nîşandan.

Piştî nîqaşên tiştên rojane diqewimin, meclîsek di çarçoveya tevahiya Fransayê hate avakirin. Ji bo ku têkoşîna ciwanan hîn birêxistin û bi hêztir be meclîsek 21 kesî û hevberdevkên meclîsê hatin bijartin.

Konferansa bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bi Hev Re Serhildan” bi dawî bûyî, pişre ciwanan şahî lidar xist.