TCŞ’ê li Atînayê tecrîd protesto kir

Ciwanên li dijî tecrîda Îmraliyê meşiyan, di serî de Yewnanistan, ji bo şikandina tecrîdê bang li hemû ciwanên li Ewropayê kir ku tev li TCŞ’ê bibin.

Li Atînaya paytexta Yewnanistanê, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşê hat protestokirin. Ciwanên TCŞ’yî ku bi fişekên hewayî ji qada Syntagma ya Atînayê ta bi qada Monastîrakiyê meşiyan, bi pankartê li ser “Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re“ nivîsandî, wêne û alan çalakî li dar xist.

Daxuyanî li qada Monastîrakiyê hat dayîn. Bedran Tolhildan ku li ser navê TCŞ’ê daxuyanî da, di serî ciwanên li Yewnanistanê, bang li hemû ciwanên li Ewropayê kir ku tev li TCŞ’ê bibin û diyar kir ku ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê mirov tim çalak be.

Çalakî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.