Taş û Akar li Zurîhê hatin bibîranîn

Nûnerê KOMAW’ê Metîn Mîntaş ku li merasîma bibîranînê axivî, got: “Van hevalan bi çalakiyên xwe bi tundî rexne li me kir, ev çalakî bangek e ji bo pêkanîna azadiya Rêbertiya me.“

Veysî (Bûbo) Taş ku ji bo balê bikişîne ser tecrîda sîstematîk a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 12’ê Çileyê canê xwe da ber agir û Mehmet Akar ku bi heman awayî 16’ê Çileyê çalakî li dar xist, li bajarê Zurîh ê Swîsreyê hatin bibîranîn.

Merasîma bibîranînê bi pêşengiya Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hat lidarxistin. Hevalên kar û têkoşînê yên Veysî Taş û gelek Kurdistanî tev lê bûn

Di şexsê Veysî Taş û Mehmet Akar de ji bo bibîranîna hemû Şehîdên Têkoşînê ya Kurd, rêz hat girtin.

Metîn Mîntaş li ser navê KOMAW’ê wiha axivî: “Heval Bûbo Taş û Mehmet Akar bi çalakiyên xwe xwestin peyamekê bidin me. Ev çalakî rexne ne ku li me hatine kirin. Ev çalakî ji bo pêkanîna azadiya Rêbertiya me hatin lidarxistin. Divê em girêdayê bibîranînên şehîdên xwe bin û têkoşînê bi serkeftinê tacîdar bikin û Rêbertî, gelê Kurd û Kurdistanê azad bikin.“

Piştî axavtina Mîntaş, li ser jiyana her du şehîdan li sînevîzyonê hat temaşekirin.

Bibîranîn ku bi axavtinên hevalên Bubo Taş û yên li ser navên saziyan dewam kir, bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd namirin“ bi dawî bû.