Swêd wê rêxistinên nîjatperest qedexe bike

Hikûmeta Swêd ji bo qedexekirina rêxistinên nîjatperest û Naziyan biryar li ser da ku komîteya ku li bin banê parlamentoyê were avakirin, li ser mijarê lêkolînê bike.

Swêde ku gelek caran ji ber sedema ku Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê rêxistinên nîjatperest û Nazî qedexe nekiriye rexne dianî, asoxî gava pêşî avêt.

Di malpera fermî ya parlamentoyê de, di nameya rênîşandêr de ya bi sernavê ‘’Qedexekirina rêxistinên nîjatperest’’ hate gotin, nîjatperestiya rêxistinî li dijî civakê divê mîna tehdîdekê were dîtin.

Di nameya rênîşandêr de hate gotin rêxistinên nîjatperest di ser medya, înternet, medyaya sosyal û xwepêşandanan gotinên nîjatperestiyê berbelav dikin. Her wiha hate diyarkiririn,  ên ku di nav rêxistinên nîjatperest de cih digirin,  bi wê behremendiyê ne ku dikarin çalakiyên giran ên tundiyê bikin, ku ev mîna sûcê teororê dikarin werin qebûlkirin.

Komîteya yku wê di bin banê parlamentoyê de were avakirin, wê sînordarkirina rêxistinên nîjatperest ên li welatên din jî, xebatên qedexekirina jî bişopîne.  Li Swêdê wê tevdîrên ku divê werin standin diyar bike û pêşniyarên xwe herî dawî 28’ê Sibatê bide ber hikûmetê.