SSU bang li hikûmeta Swêdê kir: Rojava biparêzin

Rêxistina ciwanan a Partiya Karkerên Demokratên Sosyal ku hevparê hikûmeta Swêdê ye SSU ji hikûmetê xwest ku firotina çekan a bi Tirkiyeyê re rawestîne û li djî êrîş û gefên dewleta Tirk Rojava biparêze.

Rêveberên Herêma Stockholm-Kungsholmen yên Yekîtiya Ciwanên Demokratên Sosyal ên Swêdê (SSU) Martîna Hedrenîûs, Lovîsa Petterson û Jacob Nîlsson di makaleya xwe ya roja Înê de, ku  di rojnameya rojane ETC de hatî weşnadin rexneyên tund li politîkayên hikûmeta Swêdê ya Tirkiyeyê dikin. Ciwanan ragihandin li Rojava ku rêveberiya wê 40 ji sedî ji jinan pêk tê li dijî rêxistinên faşîst DAÎŞ, El Kaîde û yên mîna wê têkoşiyan. SSÛ diyar kir ku li Rojava komên gel ên cuda hevpar di rêveberiyê de cih digrin û bal kişandin  ser hewldana dagirkeriya dewleta Tirk a meha Çileya 2018’an a li dijî Efrînê.

Rêveberên SSU diyar kirin ku piştî artêşa Tirk kete bajêr, mirov hatin qetilkirin, jin weke kole di bazaran de hatin firotin û malên gel hatin talankirin û bêdengiya Swêdê ya li beramberî amadekariyên dewleta Tirk û Erdogan ên li dijî Rojava rexne kirin û wiha gotin; “Swêd bi domandina firotina çekan a bi Tirkiyeyê re piştgiriyê dide van zextan. Em weke welat ji bo li cîhanê aşitî çêbibe hêze mezin a me heye lê niha em nikarin vê navê xwe biparêzin. Bi firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê re em jî destekê didin kuştina sivîlan û vê dagirkeriyê.”

Di dawiya daxuyaniyê de rêveberên SSU daxwaza guhertina qanûna çekên firotinê û rawestandina firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê kir. Rêveberên SSU daxwaz ji Hikûmeta Swêdê kir ku ji bo parastina xweseriya Rojava tişta ji destê wan were bikin.