SPD: Divê Leyla Guven azad be

Berdevkê Karên Derve yê Koma SPD'ê Nîls Schmîd diyar kir, ew rewşa Hevseroka KCD'ê Leyla Guven bi tirs û fikar dişopînin û got, "Divê Guven tavilê azad bibe."

Heyetek ji Nûnertiya HDP'ê ya Elmanyayê, ku parlamenterên berê jî di nav de hebû, ji bo balê bikişîne ser greva birçîbûnê ya Leyla Guven a di roja 71'ê de û işaretê bi tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bike, li paytexta Elmanya Berlînê hevdîtin kir.

Parlamenterên berê yên HDP'ê Ziya Pîr, Faysal Sariyildiz, Sîbel Yîgîtalp û ji Nûnertiya HDP'ê ya Elmanyayê Sînan Onal û Mûhammet Kaya, piştî Partiya Keskan bi rayedarên Partiya Demokratên Sosyal (SPD) ku hevparê hikumeta Merkel in, hevdîtin kirin.

HDP'yî û Berdevkê Karên Derve yê Koma SPD'ê Nîls Schîd û Alîkarê Serokê Koma Dostaniya Navbera Parlamenteran a Tirk û Elman Ûlî Groetsch li hev rûniştin. Rayedarên HDP'ê fikarên xwe yên li ser bûyerên li Tirkiyeyê anîn ziman û ji hikumeta Federal a Elman xwestin, ji bo bicihanîna daxwaza Guven ku rewşa wê ya tenduristiyê nebaş dibe, bikeve nava liv û tevgerê.

SPD: JI BO GUVEN EM Ê DEST BI PÊVAJOYA 'WEKÎLA XWIŞK' BIKIN

Rayedarên SPD'î bi bîr xistin ku dema hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş hate girtin, wan pêvajoya 'parlamenterê bira' ji bo wî dabûn destpêkirin û ji bo Guven jî dikarin pêvajoyeke bi heman rengî bidin destpêkirin. Rayedaran diyar kirin, ew rewşa Guven ji nêz ve dişopînin û ragihandin, Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Heîko Mass li ser rewşa Guven bi mûxatabên xwe re axiviye.