Siyasetmedarên Fransayê ji bo Leyla Guven peyam dan

Parlemenenterên Fransayê û jinên ku endamên Konseya Neteweyî ne, ji bo Leyla Guven peyamên piştgiriyê dan.

Bi wesîleya 8’ê Adarê Rojên Jinan a Cîhanê parlemenenterên Fransayê û jinên ku endamên Konseya Neteweyî ne, ji bo Leyla Guven peyamên piştgiriyê dan.

Di pîrozbahiyên îsal ên li Parîsê jinan dovîzên li ser Leyla Guven hildan. Parlemenenterên Fransayê û jinên ku endamên Konseya Neteweyî ne, diyar kirin ku têkoşîna jinên Kurd ji bo wan tê wateyeke mezin.

‘REWŞA LEYLA GUVEN KRÎTÎK E’

Endama Herême Vîtry Sûr Seîne û ya Konseya Neteweyî ya Partiya Komunîst a Fransayê got ku, “Em îro ji bo têkoşîneke navneteweyî ya jinan li vir in û em piştgiriyê didin Leyla Guven a ku ji bo mafên jinan têdikoşe. Em dizanin ku rewşa wê krîtîk e. Em dixwazin peyamekê ji wan re bişînin û bibêjin ku em ji bo mafê wan li vir in. Li gorî me piştgiriya jinên Kurd gelekî girîng e.”

‘DIVÊ EM KURDAN BI TENÊ NEHÊLIN’

Parlementera herêma 10’emîn a Val-de Marneyê Mathîlde Panot ya ku berê çûbû serdana Rojava, wê jî diyar kir ku ew piştgiriyê didin Leyla Guven. Panot got ku, “Em ji bo piştgiriya gelê Kurd, çûn Rojava. Em piştgiriyê didin Leyla Guven. Ji bo piştgiriya têkoşîna gelê Kurd em çûbûn Rojava. Li hemberî DAÎŞ’ê herî zêde wan şer kirin û ji bo hemû mirovayetiyê şer kirin. Fransa û Yekîtiya Ewropayê nikarin çavê xwe ji vî tiştî re bigirin.”

Parlementer Danîelle Lefebreve jî diyar kir ku ew çûbû serdana Leyla Guven û got ku “Roja rûniştina doza wê, ji bo piştgiriya wê em çûbûn serdanê. Divê were zanîn ku ew greva birçîbûnê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike. Li Tirkiyeyê bi deh hezaran girtiyên siyasî hene. Divê teqez demokrasî û aştî were Tirkiyeyê.Ez bang li Fransa û Yekîtiya Ewropayê dikim ku divê PKK’e ji lîsteya terorê derxînin. Ji bo destpêkirina hevdîtinên aştiyê divê Ocalan serbest were berdan.”