Siyasetmedarê Kurd Ayaz dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir

Siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz ku li ser daxwaza Elmanyayê li Qibrisê hat girtin û biryara radestkirina wî hat dayîn, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kir.

Siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz di 15'ê Adarê de ji bo serdana malbata xwe ya li Swêdê bike, dema ku dixwest ji balafirgeha Larnaka bi rê bikeve, ji aliyê polîsên Qibrisê ve bi biryar û daxwaza dewleta Elmanyayê ya ji bo girtinê hatibû destgîrkirin.

Dadgeha Larnakayê di rûniştina 19'ê Nîsanê de biryar da Ayaz radestî Elmanyayê were kirin û rêya îtîraza li Dadgeha Bilind vekirî hişt.

Siyasetmedar Ayaz bi rêya parêzerê xwe daxuyanî da çapemeniya Qibrisê. Ayaz bertek nîşanî biryarê da û got: “Daxwaza radestkirina Elmanyayê ne hiqûqî, siyasî ye. Dadgeha herêmî ya Qibrisê vê bêhiqûqiyê bi cih tîne. Dadgeha herêmê bi vê biryarê, cihê xwe li gel dewleta Tirk a faşîst, mêtînger û dagirker girtiye.”

Ayaz anî ziman ku dema ku azadiya min bi nêzîkatiyeke neheq û dijmirovahî ji destê min tê girtin, ez nikarim bêdeng bimînim û got: “Ji ber ku ev gefa cidî û berbiçav, ji bo balê bikşînim ser neheqiya pêkanînên muhtemel ên radestkirinê û îfade bikim, ji 4’ê Gulana 2023’yan heta daxwaza min bê cih ez dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger dikim.”