Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî bangî jinan kir

Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî bi wesîleya Roja Têkoşîna Li Dijî Şîddeta Li Ser Jinê bangî berxwedan û çalakiyan kir.

Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîddeta Li Ser Jinê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Bi wesîleya bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîddeta Li Ser Jinê em her sê xwişkên Mirabel û Hevrîn Khalaf, Amara Rênas, Dayîka Taybet, Bêrivan Şengalî û bi hezaran mîna wan jinên têkoşer bi rêzdarî bi bîr tînin û berxwedana jinên cîhanî silav dikin.

Tundiya li hemberî jinê daîmî bi hedefa tunekirina nasnameya jinê di asta jorîn de, li hemû deverên cîhanî tê jiyîn. Di armanca van êrişên desthilatdaran a zilamên serdest taybet jinên, ku li hemberî tundiyê û bindestiyê xwe rêxistin dikin û ji bo azadiyê têdikoşin in. Di van salên bihûrî û ji 9 ê Cotmehê vir ve bi tundî li herêmên Rojava û Bakûr û Rojhilatê Suriyê û dîsa li herêmên Êzîdiyan bi taybetî Şengalê; faşizma AKP bi hişmendiya dijî jinane û îslama radîkal bi hevkarên xwe yên çeteyên DAÎŞ ê û çeteyên din mîna Boko Haram, El Nusra, El Şabaa, El Qaîde hwd. me jinan dikin hedefa êrişên xwe û hewl didin azadiya me ji dest bistînin û bi rêbazên hovane qirkirina jinê pêk bînin û me tune bikin.

Çeteyên DAÎŞ’ê li ser van rastiyan ji 3 ê Tebaxa 2014’dan di nav fermana giştî ser Êzidiyan qirkirina jinê pêk anî. Bi hezaran jin û zarokên Êzîdî ji hev veqetandin, revandin, kirîn û firotin, destdirêjî kirin û qetil kirin. Armanc bi temamî qetilkirina tevahî Êzidiyan û ola Êzdayî bu. Ji ber vê jî hîn tehdîta qirkirinê li ser civaka Êzîdî heye. Ji ber ku dewleta faşîst a Tirk bi çeteyên xwe hewl dide bi şerê dagirkeriyê vê armanca nîvmayî temam bike. Ji 5 ê Mijdarê vir ve dewleta faşîst a Tirk 4 caran êrişê bajarokê Şengalê Xanesor û Barê kirin. Ev êriş li dijî îradeya Êzîdiya pêk hatiye, di encam de gelek sîvîl, di nav de jin jî, hatin qetilkirin û bîrîndar bûn. Ferasetek ku li gorî rêbazên DAÎŞ’ê tevdigere ‚her tişta ku dijî, çi jin çi zarok qetil kirin. Di nav de jî sekreteriya partiya pêşaroj a Sûriyê, Hevrîn Xelef hebû. Siyasetmendara ciwan tevî 8 sivîlên din bi hovane li pêşberî çavên cîhanê hate qetil kirin.

Rizgarkirina Şengalê, Raqqayê û Rojava dubarê raxistiye ber çavan, ku tekoşîna ji bo parastina nirxên mirovahiyê tê meşandin ji azadiya jinê qut nîne. Ne bi tenê beşdariya şerê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê û dewleta faşîst a Tirk di heman demê de jinan bi têkoşîna xwe hişmendiya civakê didin guhertin û têgînek rast ji xweparastin, xwerêvebirin û xwerêxistinkirin ava dikin û dijîn.

Ji ber vê jî em Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî bang li hemû jinan dikin, werin em bi hev re rêxistina xwe ya xweser pêş bixînin û dawî li qirkirina jinê bînin. Werin em xwe bigihînin wê astê ku tu jinek bê rêxistinî nemîne; werin em bi hev re mîraseya her sê xwişkên Mirabel û ya Hevrîn Xelef û hemû jinên ku di oxira azadiyê de jiyana xwe ji dest dan, bigihînin civakek ekolojîk, ekonomîk û demokratîk a li ser hîmê azadiyê jinê azad dijî.”