Sînorên YE'yê dibe ku 40 rojî dî jî girtî bimînin

Di rojevê de ye ku sînorên Yekîtiya Ewropayê (YE) heta nîvê Hezîranê jî girtî bimîne.

Nîvê meha adarê piştî berbelavbûna Covîd-19'ê lîderên endamên YE'yê li hev kom bûbûn û biryar li ser dabûn ku sînorên derve bigirin.

Ji ber sedema ku hê jî pandemî berbelav dibe û ji ber ku mirina ji ber koronayê ya li cîhanê piranî li vê parzemîniyê sînor wê hê jî girtî bimînin.

Derbarê mijarê komîserê ji karê navxwe yê Komîsyona YE'yê berpirs Ylva Johansson got sînorên derve yê yekîtiyê encex bi temamî bi vekirina sînorên welatên endam pêkan e û ji bo ku pandemî were kontrolkirin Johansson xwest ku sînor nîvê hezîranê vebe û heta wê demê tenê dema rewşên pir girîng wê destûrê bidin ku sînor werin vekirin.