Sînan Dersim li Mulhouseyê hate bîranîn

Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Sînan Dersim (Dalokay Şanli) ku 27'ê Cotmeha 2020'î li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrişa hewayî de şehîd bû, li bajarê Mulhouse yê Fransayê hate bîranîn.

Şehîd Sînan Dersim li bajarê Mulhouse yê Fransayê bi çalakiyekê hate bîranîn.

Civîna bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Piştre qala têkoşîna Sînan Dersim a li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurd û têkoşîna şoreşê ya Tirkiyeyê hate kirin.