Sînan Dêrsim li Marsîlya, Toûloûse û Kopenhagê hate bîranîn

Li bajarên Marsîlya û Toûloûse yên Fransayê û Kopenhaga paytexta Danîmarkayê, Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Sînan Dêrsim hate bîranîn.

MARSÎLYA

Gelek kes tevlî civîna ku saet di 13:00’an li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Marsîlyayê bû. Ev civîn ji bo bîranîna Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Sînan Dêrsim ku 27’ê Cotmeha 2020’an di encama êrîşên hewayî yên Tirkiyê de şehîd bûyî, hate kirin.

Eywana bîranînê bi wêneyên şehîdên pêşeng ên PKK’ê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK, TJK-E, YPG û YPJ’ê hate xemilandin.

Di bîranîna ku bi deqeyek rêzgirtin destpêkirî de, sînevîzyona li ser jiyana Dêrsim hate pêşandan.

Di axaftinên li ser navê Komîteya Şehîdan û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hatî kirin de, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hate şermezarkirin û banga mezinkirina berxwedanê hate kirin.

TOÛLOÛSE

Bi heman armancê li bajarê Toûloûse ya Fransayê civînek a bîranînê hate lidarxistin. Di civîna ku nirxandin li ser Sînan Dêrsim û têkoşînê hatî kirin de, sînevziyon hate pêşandan û helbesta ku Sînan Dêrsim nivîsandî bi Kurdî hate xwendin.

KOPENHAG

Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Sînan Dêrsim li Kopenhaga paytexta Danîmarkayê hate bîranîn.

Bîranîn li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Kopenhagê hate kirin. Li ser jiyana Sînan  Dêrsim sînevîzyon hate pêşandan.

Di bîranînê de li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd teqezî bi têkoşîna Sînan Dêrsim hate kirin û bal kişandin li ser girîngiya xwedîderketina li mîrasê şehîdan.

Di civînê de berxwedana gerîlla ya li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk jî hate silavkirin.