Sînan Dersim li Hambûrgê bi çalakiyeke girseyî hate bîranîn

Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Sînan Dersim (Dalokay Şanli) ku 27'ê Cotmeha 2020'î li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrişa artêşa Tirk a dagirker de şehîd bû, li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê hate bîranîn.

Çalakiya bîranînê li Fischmarkt a Hambûrgê pêk hat û tevî Kurdistaniyên li Hambûrgê, Kurd û dostên wan ên Elman ên li bajarên Kiel, Bremen, Stade, Lubeck û Winsen-Luheyê tevlî çalakiyê bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna Sînan Dersim û şehîdên şoreşê, beşdarên çalakiyê axivîn.

Berdevka NCDK'ê Şadiya Kuçuk diyar kir ku Sînan Dersim lehengekî Dersimê bû ku heta dawiya emrê xwe li dijî neheqiyê têkoşiya.

Bi navê KOMAW'ê jî Şervan Kato destnîşan kir ku Sînan Dersim milîtanekî mînak bû ku her wezîfeya jê re dihate dayin bi cih dianî.

Hevberdevkê KCDK-E'yê Yuksel Koç jî ragihand ku Sînan Dersim li Ewropayê demek dirêj kar kir, bi karê xwe û dîsîplîna rêxistinî her wezîfe bi rengekî serketî bi cih dianî.

Parlamentera Partiya Çep a Hambûrgê Cansû Ozdemîr jî got, "Têkoşîna Sînan Dersim wê di dilê me de be. Sînan Dersim bi her awayî mirovekî bêhempa bû ku şûna wî nayê dagirtin. Li pêşberî bîranîn û têkoşîna wî bejna xwe bi rêzdarî ditewînim û zîhniyeta kujer a ku ew qetil kir careke din ji vir şermezar dikim."

Hevserokê KON-MED'ê Tahîr Koçer jî destnîşan kir ku berdêl axwe çi dibe bila bibe ew ê li ber zext û zîhniyeta faşîst serê xwe netewînin.

Boksorê Kurd Îsmaîl Ozen-Otto jî ragihand ku wî Sînan Dersim ji nêz ve nas dikir û şehadeta wî ji bo têkoşîna Kurdistanê windahiyeke mezin e.

Pîrê Elewiyan Mûstafa Misir jî diyar kir ku Sînan Dersim û bi hezaran mirovên weke wî di oxira rastiyê û mirovahiyê de canê xwe feda kirine.

Nûnerên Tevgera Îslamî ya Kurdistanê, Federasyona Êzidiyan a Kurdistanê, HBDH'ê, nûnerê Hewldana Gel a li dijî Firotina Çekan civaknas Martin Dolzer jî bal kişandin ser fedakariya Sînan Dersim a ji bo gelê xwe.

Çalakiya bîranînê bi helbesta Ozan Aydin bi dawî bû.