Seyît Riza û hevrêyên wî li Londonê hatin bîranîn

Bi boneya salvegera darvekirina Seyît Riza û hevrêyên wî, panelek a bîranînê hat lidarxistin. Di panelê de hat bibîrxistin ku Dersim qirkinek a Kurdan e.

Komeleya Çanda Dersimiyan (Desim-Der) di salvegera 85’emîn a darvekirina Seyît Riza û hevrêyên wî de, li Cemxaneyê bîranînek li dar xist.

Pêkhateyên Yekîtiya Hêz a Demokratîk a Îngilistanê û gelek kes tevlî bîranînê bûn. Ji bo bîranîna qurbaniyên qetlîamê deqeyek rêz hat girtin. Dayê Yadîgar di bîranînê de gulbang xwend. Li ber wêneyê Seyît Riza find hatin vêxistin û qurnefîl hatin danîn. Li salona bîranînê wêneyên ku Qirkirina Dersimê bi bîr dixin, hatin daliqandin.

Dayê Yadîgar axivî, qala qetlîama ku dewleta Tirk li Dersimê meşandî kir û bal kişand ku zext û qetlîamên li ser Elewiyên Kurd, îro jî didomin.

Hevserokê Cemxaneyê Îbrahîm Has jî bertek nîşanî qanûna desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst a li ser Elewiyan da û got: “Çawa ku beriya 85 salan Seyît Riza û hevrêyên wî li hemberî van bi serbilindî sekinî bin, weke ku Pîr Seyît Riza gotî ‘Em serî natewînin’, îro Elewî jî li dijî vê desthilatdariya faşîst çok natewîne. Em ê qet li ber wan çok netewenînin. Wê têkoşîn bidome.”

Hevseroka Federasyona Elewiyan a Îngilistanê Dîlek Încedal jî diyar kir ku Seyît Riza û hevrêyên wî li dijî faşîzmê çok netewandin û destnîşan kir ku ew kevneşopiya vê berxwedanê didomînin.

‘DUH LI DERSIMÊ, ÎRO LI HEMBERÎ GERÎLA...’

Dogan Genç li ser navê Yekîtiya Hêz a Demokratîk axivî û anî ziman ku hişmendiya ku duh li Dersimê civaka Elewî û Kurd qetil dikir, îro jî li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar tîne. Dogan got ku ew ê bi berxwedana Mazlûman û Seyît Rizayan, li dijî vê faşîzmê bibin bersiv.

Ji Hevserokatiya Dersim-Derê Şengul Duzgun jî got ku hîna di roja îro de jî xwîn ji birîna Dersimê diherike.

Piştî axaftinan semînerek bi sernava “Têkildarî Dersimê 1938’an travma, dîaspora û bîranîn” hat lidarxistin. Dr. Kûmrû Berfîn Emere moderatorî ji panelê re kir. Akademîsyen û nivîskar Îmran Gurtaş weke axaftvan tevlî panelê bû.

Gurtaş wiha got: “Eger ku hûn bi awayek civakî, çandî û nasnameyî hewl bidin komekê bi fîzîkî tune bikin, ev yek qirkirin e. Dersim qirkinek bû û ev yek pir eşkere ye."

Bîranîn piştî belavkirina loqmeyan, bi dawî bû.