Seyîd Riza û hevrêyên wî li Frankfurtê hatin bîranîn

Elewiyên ku li ser banga Kongreya Avakirina Dêrsimê li Navenda Çanda Elewiyan a Oberûrselê ya Frankfûrtê hatin cem hev, Seyît Riza û hevrêyên wî yên 85 sal berê hatin darvekirin bi bîr anîn.

Parlamentera Federal Gokay Akbûlût, Akademîsyen Yektay Turkyilmaz, Hevseroka Kongreya Avakirina Dêrsimê Hulya Yer, Civaknas Huseyîn Çatal beşdarî bîranînê bûn.

Bîranîna ku moderatoriya wê Alî Guler kir, ji bo kesên di Qirkirina Dêrsimê de şehîd bûne deqeyek rêz hat girtin.

Piştî deqîqeyek rêzgirtinê Pîr Îbrahîm Kilavuz axaftina vekirinê kir û Seyîd Riza û hevrêyên wî yên hatine qetilkirin bibîr anî.

Pîr Îbrahîm Kilavûz got, “Li gorî baweriya me daxwazên me di dîrokê de her tim maf, edalet, xwebawerî, wekhevî û azadî bûne. Hallacî Mansur di pêvajoya darizandinê de herî zêde li dadgehê ev yek anî ziman. Em îro ji bo bîranîna giyanê xwe yên ku di dîrokê de di encama maf, edalet, wekhevî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, li vir in. Ji ber vê yekê ez dixwazim Çira me bi hêviya dinyayeke ku têde zarokên me neyên kuştin, negirîn, bêyî şer, mêtingerî, xwîn û nefretê şiyar bikim, pê bixim.”

Ji axaftvanan Hulya Yer jî diyar kir ku piştî Komkujiya Dêrsimê ya 85 sal berê, heman zihniyetê li Çorum, Mereş û Sêwasê komkujî pêk anîn.

Hulya Yer bi bîr xist ku di dema Qirkirina Dêrsimê de gazên kîmyewî hatin bikaranîn û got, “Mixabin piştî 85 salan ev gazên jehrî dîsa ji aliyê dewleta Tirk ve, vê carê li dijî gerîlayên Kurd, bi awayekî rûtîn tên bikaranîn. Bi boriyan gazê jehrî xistina nava şikeftan û komkujî pêk anîn, pêk anîna wan salan in. Ev hovîtî ev sed sal in li erdnîgariya me didome û hîn jî bi van gazên jehrî me dikujin. Ji ber vê yekê banga me ji OPSW re ev e; Werin, nebin alîgirê sûcê van gazên jehrî yên ku dewleta Tirk ev sed sal in li erdnîgariya me bi kar tîne.”

Civaknas Huseyîn Çatal, bal kişand ser bandorên polîtîkayên qirkirinê yên li ser Dêrsimê û got, “Mîna ku Dêrsim ber bi tinebûna çandî û civakî ve bibe ye.”