Sersaxiyên ji bo şehîd Dilxwaz Agir, wê li Bîefeldê bên qebûlkirin

Ji bo şervanê QSD’ê Dilxwaz Agir yê ku di êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de şehîd bû, wê sibe li bajarê Bîefeld ê Elmanyayê şîn û merasîma bibîranînê bê lidarxistin.

Ji bo şervanê QSD’ê Dilxwaz Agir (Osman Mûtlû) ê ku roja 3’yê Kanûnê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Sinciq Sedûn ê Amûdê de şehîd bû, wê li bajarê Bîefeld ê Elmanyayê ku malbata wî lê dijî, şîn û merasîma bîranînê bê lidarxistin.

Xwişk û birayê şehîd Dilxwaz Agir jî di demên cuda de li qadên têkoşînê şehîd bûne. Abdûllah Mûtlû (Dilxwaz Agir) sala 2016’an di dema berxwedana Rêveberiya Xweser de şehîd bû. Songul Mûtlû (Eylem Dilxwaz) jî 6’ê Mijdara 2020’an li Avaşînê şehîd bû.

Birayê wî Rizgar Mûtlû li ser medyaya dîjîtal, peyamek wiha parve kir: “Wan ji bo Kurdistana Azad canê xwe feda kir. Ez bi wan serbilind im.”

Şîn û merasîma bibîranînê, wê roja Şemiyê saet 13.30’an li Herbert-Hînnendahl str. 11 a ku Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bîefeldê lê ye, bê danîn.

Cenazeyê Şehîd Dilxwaz Agir roja 7’ê Kanûnê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li Qamişloyê, hat veşartin.