Serokwezîrê Spanyayê soz da ku endustriya fûhûşê qedexe bike

Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez ê çepgir got, jin têne kolekirin û anî ziman ku wê endustriya fûhûşê ya ji 3 milyar sterlînê ya li welêt ji holê rake.

Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez di dawiya kongreya sê rojan a Partiya Sosyalîst de ku li Valenciayê pêk hat, ji piştevanên xwe re axivî û anî ziman ku jin têne kolekirin.

Li Spanyayê sala 1995'an fûhûş ji sûc hate derxistin û sala 2016'an li gorî texmînên Neteweyên Yekbûyî endustriya fûhûşê ya li vî welatî gihîşt 3.7 milyar Euroyî.

Li gorî anketeke ku sala 2009'an hate kirin, ji her sê mêrên Spanî yekî jê ji bo fûhûşê pere daye.

SÊYEMÎN MEZINTIRÎN NAVENDA FÛHÛŞÊ YA CÎHANÊ

Tevî vê yekê, di raporekê de ya ku sala 2009'an hate weşandin, hate îdîakirin ku ev hejmar dibe ku ji sedî 39 zêdetir be û li gorî lêkolîneke Neteweyên Yekbûyî ya sala 2011'an hate kirin, Spanya piştî Tayland û Porto Riko sêyemîn mezintirîn navenda fûhûşê ya cîhanê ye.

Endustriya fûhûşê ji dema ku ji nava sûc hate derxistin û vir ve gelekî mezin bû û tê texmînkirin ku li Spanyayê nêzî 300 hezar jin di fûhûşê de têne xebitandin.

JI SEDÎ 80 Ê JINÊN KU FÛHÛŞÊ DIKIN QURBANÊ MAFYAYÊ NE

Polîsên Spanyayê ku 896 jinên di sala 2019'an de dihatin bikaranîn berdan, diyar kirin ku li gorî texmînên wan ji sedî 80 ê kesên ku fûhûş bi wan tê kirin qurbanê mafyayê ne.

Aktîvîst jî diyar dikin ku ji ber rewşa nediyar a qanûnî ya li ser sektorê, jinên mexdûrê bazirganiya mirovan zêde dibe.

Komeleya APRAMP ku ji bo pêşîgirtina li bikaranîna zayendî ava bûye wiha got, "Fûhûş nayê wateya azadiya zayendî ya jinan. Her tim pêwendiya xwe bi tundiyê, marjînalkirinê, zor û zehmetiyên aborî û çanda zayendîperest û baviksalariyê heye."

Ev pêşniyara Partiya Sosyalîst (PSOE) di demeke welê de kete rojevê ku tundiya zayendî ya li nava civakê di nava raya giştî ya Spanyayê de bi berfirehî tê nîqaşkirin.

Sala 2019'an di beyannameya hilbijartinê ya PSOE'yê de soz hatibû dayin ku fûhûş neqanûnî bê ragihandin.

Lê belê tevî ku du sal di ser hilbijartinê re derbas bûn hîn jî pêşnûmeyek qanûnê ya di vê der barê de nehatiye amadekirin.

Çapemeniya Spanyayê ragihand ku PSOE beriya ku pêşnûme qanûnekê pêşkêşî meclîsê bike, divê bi hevparê xwe yê koalîsyonê yê Podemos ê çepgir re li ser pêşnûmeyekê li hev bike, lewma pêwîstî hîn bêhtir bi rêyeke dirêj heye.

Sekretera wekheviyê ya PSOE'yê Carmen Calvo got, "Me qanûnên hîn zehmettir derbas kir, lewma em ê vê jî bikin." Lê belê femînîst hişyariyê didin ku "xefikên bêwate" timî têne danîn.