Serokê Iraqê Berhem Salih: Divê rê li ber êrîşên Tirkiyê û Îranê bên girtin

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih di civîna xwe ya bi Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Iraqê Qasim Eracî re lidarxistî de diyar kiriye ku êrîşên Îranê û Tirkiyê binpêkirina serweriya Iraqê ne û divê lê li ber wan bên girtin.

Buroya Ragihandinê ya Serokkomariya Iraqê bi daxuyaniyekê diyar kir ku Serokkomarê Iraqê Berhem Salih pêşwazî li Şêwirmendê Ewlehiya Nîştimanî ya Iraqê Qasim Eracî kiriye.

Di daxuyaniya Buroya Ragihandinê ya Serokkomariya Iraqê de tê gotin: “Her du aliyan di derbarê êrîşên Îranê yên li ser çend deverên Herêma Kurdistanê ku bûne sedema gelek şehîd û birîndaran gotûbêj kirin.”

Li gorî daxuyaniyê Berhem Salih diyar kiriye ku bombebaranên Îranê metirsîdar in, nayên qebûlkirin û binpêkirina serwerî, ewlehî û aramiya welat e.

Berhem Salih bal kişandiye ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêma Kurdistanê û gotiye: “Bombebaranên berdewam ên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistanê nayên qebûlkirin û binpêkirina serweriya Iraqê ye. Ji ber wê jî divê rê li wan bê girtin.”

Di daxuyaniya Buroya Ragihandinê ya Serokkomariya Iraqê de her wiha hatiye gotin: “Her du aliyan teqezî li ser wê yekê kirin ku divê ev mijar bi asta herî bilind a welatên cîran re were şopandin. Ji ber ku ev pêşhateke metirsîdar e. Divê pirsgirêkên ewlehiyê bi diyalog, şopandina hevpar û rêyên dîplomatîk bên çareserkirin.”