Seroka Parlamentoya Ewropayê Metsola: Em ê li ser êrîşan gotûbêjê bikin

Seroka Parlamentoya Ewropayê Metsola destnîşan kir ku demeke wiha ya jin rû bi rûyê êrîşan in û mirov bi awayê jeopolîtîk di tengasiyê de ne ew êrîşên wiha bi tu awayî qebûl nakin û got ku ew ê di komîteyên ewlehiyê de li ser mijarê bisekinin.

Seroka Parlamentoya Ewropayê Roberta Metsola diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk nayên qebûlkirin û got: “Em bi awayê herî xurt hewil didin ku peyam bigihîje cihê xwe. Divê em bikarin tiştên ku diqewimin û em qebûl nakin, ragihînin cîhanê.“

Seroka Parlamentoya Ewropayê Roberta Metsola, di civîna li rûniştina nû ya Parlamentoya Ewropayê ya li Strasboûrgê hat kirin de, bersivên pirsên nûçegihanê Medya Haber TV’yê Erem Kansoy da.

Metsola got ku daxuyaniya duh a ji bo rêzgirtina ji huqûqa navneteweyî re û rawestandina êrîşên dewleta Tirk ên berpêyî Kurdistanê eşkere ye û wiha pê de çû: “Em bi serokên koman ên cuda re û bi komîteyên cuda re li ser vê mijarê disekinin. Em niqaş dikin ku divê em daxuyaniyên çawa li ser vê mijarê bidin. Em hewil didin ku tiştên diqewimin ragihînin cîhanê.“

Metsola anî ziman ku ew ê êrîşên dewleta Tirk di rojevê de bihêlin û axavtina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo sekinandina li ser vê mijarê di komîteyên ewlehî û parastinê yên karên derve de, em ê hevdîtinan bikin.“