Serdanên piştgiriya ji bo berxwedêrên Strasboûrgê

Li Strasboûrgê çalakger 81 roj in di greva birçîbûnê de ne û serdanên ji bo piştgiriyê jî didomin.

Li Strasboûrgê di 17’ê Kanûnê de 14 çalakgeran dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribûn û çalakî di roja 81’emîn de didome. Platforma Hevgirtina bi Çalakiyên Greva Birçîbûnê hatin serdana çalakgeran. Di nav vê platformê de 20 saziyên Kurd, çepgirên Tirkiyeyê û saziyên Siryanan hene.

Berdevkê platformê Cengîz Kiliç diyar kir ku ew piştgiriyê didin grevên birçîbûnê û ji ber vê jî vê serdanê dikin.

Kiliç bal kişand ser vî tiştî ku tendirustiya çalakgeran ketiye asteke krîtîk û ev çalakî berxwedaneke mezin birêxistin dikin. Kiliç diyar kir ku ew bi vê platformê dixwazin berxwedanê geştir bikin.

Li ser navê çalakgeran jî Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç diyar kir ku ev tecrîd li ser her kesî ye û bal kişand ser vî tiştî ku ew dixwazin bi berxwedana xwe vê tecrîdê bişkînin. Koç diyar kir ku piştgiriya têkoşînê bûye peywireke dîrokî û divê berxwedan were geşkirin.