Serdana jinên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ya li Spanyayê

Endamên şandeya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku beriya bi demekê serdana Spanyayê kir, diyar kirin ku wê dema bê têkiliyên xwe yên dîplomasiyê bi her awayî bi pêş bixînin û hewl bidin gavên mezin biavêjin.

Ji şandeya ku beriya çend rojan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana Spanyayê û herêmên Katalonya û Baskê kir, Berdevka Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Narîman Evdikê li ser vê serdanê ji ANF'ê re axivî.

Narîman Evdikê diyar kir ku şandeya wan a ji 3 jinan pêk dihat, bi vexwendina Şaredariya bajarê Dorango, Parlamenta Katalonya û Baskê derbasî bajarê Dorangoyê yê Spanyayê bû.

Narîman Evdikê anî ziman ku destpêkê ew derbasî herêma Baskê bûn, beşdarî pêşangeheke pirtûkan bû û got, di wê pêşangeyê de berhemên li ser Rojava û berxwedana Kobanê yên bi zimanê Baskê hatibûn wergerandin hatin nîşandan.

Narîman Evdikê anî ziman ku piştre derbasî Katalonya û Madrîdê bûn û got, "Li her sê herêman jî bi nûnerên partiyan û parlamenteran, endamên desteyên çandî, zanîngehan re hevdîtin kirin. Ji bo danasîna berhemên Rojava li derveyî welat, ev gaveke baş bû."

Berdevka Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku wan di serdan û hevdîtinê de qala pergala rêveberiya xweser kirine ku gelên herêmê hemûyan di nava xwe de vedihewîne û diparêze. Narîman Evdikê got, "Ev serdan ji bo me jinan her wiha xwedî wateyeke cuda bû. Bi vê şandeyê re jî hate nîşandan û ispatkirin ku jin nûnertiyê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re dikin.

Li Katalonyayê di hevdîtinan de hate xwestin, ku piştî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê Katalonyayê ve bi fermî hate naskirin, êdî gavên nû di vê çarçoveyê de bêne avêtin. Her wiha li Madrîd û herêma Baskê jî di hemû hevdîtinan de me xwest ku li ber dagirkeriya dewleta Tirk rabin û Rêveberiya Xweser nas bikin. Nameya Komîteya Penaberên Serêkaniyê jî radestî parlament û saziyên mafên mirovan hate kirin."

Narîman Evdikê diyar kir ku çapemeniya Spanyayê jî şandeya wan ji nêz ve şopand û rojane cih dan serdana wan.

Hevseroka Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê Rewda Hesen jî bal kişand ser mijarên di hevdîtinan de hatin nirxandin û got, "Bi Desteya Çandê ya Herêma Baskê û Şaredariya Dorango re hevdîtin hate kirin. Di hevdîtinê de pergala Desteya Çandê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate nasandin. Ji bo projeyên xwendina bilind a têkildarî muzîk, sînema û şano ya li Rojava, li ser girîngiya hevkariya navbera herêman hate rawestîn."

Rewda Hesen diyar kir ku li Parlamentên Madrîd û Baskê jî di hevdîtinan de rewşa siyasî û aborî ıya herêmê, her wiha dagirkeriya dewleta Tirk hate nirandin û ji rêveberiya Spanyayê hate xwestin ku çekan nefiroşe dewleta Tirk, ji ber ku li herêmên wan li dijî sivîlan bi kar tîne.

Di vê der barê de jî dosyayên li ser sûcên dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin pêşkêşkirin.

Rewda Hesen anî ziman ku di serdanê de her wiha hevdîtin bi berpirsyarên PEN a yekîtiya nivîskaran re hate kirin û hate xwestin ku di navbera rewşenbîrên Rojava û yên Spanyayê de pireke têkiliyê bê avakirin.

Endama Komîteya Têkilî û Tifaqî ya Kongreya Star Menal Mihemed jî ragihand ku di hevdîtinan de wan giranî dane ser têkiliyên navbera jinên Rojava û Mala Jinê ya Dorangoyê û wiha dewam kir: "Vê saziyê bi taybetî di dema êrişên dewleta Tirk de piştgirî da jinên Rojava. Her wiha kiryarên dewleta Tirk ji cîhanê re da xuyakirin. Ji bo ev kar li ser asta cîhanê bê xurtkirina hewldanên me dewam dikin."

Menal Mihemed destnîşan kir ku di sala 2022'an de wê karên xwe yên dîplomasiyê û têkiliyên xwe xurtir bikin û têkoşîna xwe dewam bikin.