Sendîkayên li Îngilistanê kampanyaya azadî ji Abdullah Ocalan re mezin dikin

Li Îngilistanê 16 sendîka wê bi çalakiyên cihêreng daxwaza ji bo azadiya Abdullah Ocalan dubare bikin. Di 18'ê Hezîranê de wê bi pêşengiya sendîkayan meşeke mezin bê lidarxistin û tê payin ku ev daxwaz li meşê bi xurtî bê ziman.

Kampanyaya Azadî ji Abdullah Ocalan re ya ku sendîkayên Îngilistanê dabûn destpêkirin, mezin dibe. Ev sendîka 6 milyon kesan temsîl dikin.

Sendîkaya Socîal Workers Unîon (SW) ya di sektora xizmetên civakî de û 15 hezar endamên wan hene, biryar dan ku ew jî tevlî Kampanyaya Azadî ji Abdullah Ocalan re bibin.

Bi tevlêbûna vê sendîkayê re sendîkayên di qadên cihê de yên ku tevlî kampanyaya azadî ji Abdullah Ocalan re bûne, hejmara wan bû 16.

Meha borî di kongreya sendîkaya perwerdeya neteweyî de ya ku 510 hezar endamên wan hene, 1700 delegeyan posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildabûn û slogana ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’ berz kiribûn.

SENDÎKAYA ASLEFÊ WÊ DAXWAZA XWE DUBARE BIKE

Sendîkaya ajovanên trenê ASLEF wê hefteya pêş me konferansa xwe ya salane li dar bixe. Tê payîn ev sendîka jî tevî posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên hevgirtinê li dar bixin.

Di heman demê de hate diyarkirin ji bo azadiya Abdullah Ocalan û şerê ku dewleta Tirk li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd didomîne li Îngilistanê wê hin rêzeçalakî werin lidarxistin.

Tê payîn di kongreya salane ya sendîkaya GMB’ê de ya ku 500 hezar endamên wan hene wê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were hildan û daxwaza azadiyê were dubarekirin.

Di heman demê de di 18’ê Hezîranê de bi pêşengiya kongreya sendîkayan wê meşeke mezin were lidarxistin û tê payîn ku wê 150 hezar kes tevlî meşê bibin.

Di meşê de tê payîn wê bi hezaran endamên sendîkayê bi organîzekirina Meclîsa Gelê Kurd tîşortên Azadî ji Abdullah Ocalan re tevlî meşê bibin.