Sendîkayên Fransî xwest ku rojnamevanên Kurd bên berdan

Sendîkayên Fransî daxwaza berdana rojnamevanên Kurd ên 8‘ê Hezîranê destgîr bûn kir û got: “Rojnamevanî ne sûc e.“

Yekîtiya Sendîkayên Fransî Solîdarîes, Sendîkaya Rojnamegerên Navneteweyî (SNJ) û Piştevaniya Navneteweyî û Tora Sendîkaya Têkoşînan (LaboûrSolîdarîty) bi daxuyaniyeke hevpar bertek nîşanî destgîrkirina rojnamerên Kurd dan.

Di daxuyaniya ku têkildarî destgîrkirina 22 kesan ku 20 ji wan rojnameger bûn a 8’ê Hezîranê hat kirin de, hat bibîrxistin ku destwerdan li kompûter, harddîsk û alav û amûrên cuda jî hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Careke din rejîma Erdogan di lêgerîna bêdengkirina muxalefên ku bertek nîşanî sûcên wî didin, de ye.“

Sendîkayan piştevaniya xwe ya bi rojnamevanên Kurd re anî ziman û xwestin ku bilez bên berdan.

Daxuyanî bi gotina “Rojnamevanî ne sûc e” bi dawî bû.