Semar Ebdullah: Dewleta Tirk milyonek mirov bêav hişt

Hevseroka Meclîsa Kantona Hesekê Semar Ebdullah diyar kir, ku dewleta Tirk milyonek mirov bêav hiştiye, bi vî rengî pêwîstiyên bingehîn weke çekekê bi kar tîne û sûcê li dijî mirovahiyê dike.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qedexeya derketina derve ji ber şewba vîrûsa koronayê ji 23'ê Adarê ve dewam dike. Li gorî çavkaniyên Rêveberiya Xweser 80 ji sedî yê gel li gorî biryara qedexeya derketina derve tevdigere û ji mala xwe dernakeve. Li herêmê tevdîrên ji ber vîrûsê hatine wergirtin tên zêdekirin.

Hevseroka Meclîsa Kantona Hesekê Semar Ebdullah tevdîrên ji ber vîrûsa koronayê hatine wergirtin û kiryarên dewleta Tirk ên ku şêniyên Hesekê û navçeyên wê bêav hiştine, ji ANF'ê re nirxand.

'DIVÊ HER KES LI GORÎ BIRYARÊ TEVBIGERE'

Ebdullah bang li gelên herêmên Kantona Hesekê (Şedadê, Hol, Hesekê, Til Temir, Amûdê, Dirbesiyê) kir ku li gorî biryarên Rêveberiya Xweser tevbigere.

Semar Ebdullah bal kişand ser biryara qedexeya derketina derve ya li herêmê û got, "Vîrûsa korona li çar aliyên dinyayê bi lez belav dibe. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêşîgirtina li belavbûna vê şewbê li herêmê derketina derve qedexe kir. Rêveberiya Xweser ji bo parastina tenduristiya gel ev biryar da û divê her kes li gorî wê tevbigere. Ji bo ev şewb negihêje Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê her kes tevdîran bigirin û çi ji dest tê bikin."

'JI MALÊ DERNEKEVIN'

Semar Ebdullah bang li gel kir ku ji bo parastina malbat û civaka xwe li malê bimînin û got, "Li cihê komî nebin. Ji bilî pêwîstiyên lezgîn bila gelê me ji malê dernekeve. Wezîfeya me ya sereke parastina gelê me ye. Ji bo vê jî em tevdîran werdigirin."

'KARÊ DEZENFEKTEYÊ BÊNAVBER DIDOME'

Semar Ebdullah li ser tevdîrên li Kantona Hesekê anî ziman, ku tevdîr bi du qonaxan tên girtin û di qonaxa duyemîn de avahiyên cemaweriyê û qadên hevpar hatin paqijkirin û dezenfektekirin. Semar Ebdullah ji bo qonaxa duyemîn jî diyar kir ku kolan û tax hatin paqijkirin û dezenfekte kirin. Semar Ebdullah got, "Bi navê Kantona Hesekê bi rêya şaredariyan me li bajêr karê paqijiyê û dezenfekteyê kirin. Li herêmên ser bi kantonê hemûyan karê dezenfekteyê dewam dikin. Me malzemeyên paqijiyê û dezenfektanên antî bakteriyel belav kirin. Avahiyên cemaweriyê hemû hatin dezenfektekirin. Piştre jî kolan û tax hatin şuştin û dezenfektekirin."

'PÊWÎSTIYÊN BINGEHÎN WEKE ÇEKÊ TÊN BIKARANÎN'

Semar Ebdullah li ser qutkirina ava stasyona Elokê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve diyar kir ku bi vê yekê re milyonek mirov bêav hatine hiştin. Semar Ebdullah got, "Ava tê herêmê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hate birîn. Pirsgirêkên mezin derdikevin holê. Şewba vîrûsa koronayê li dinyayê belav dibe. Dema ku li herêmê av nebe, rewş bêhtir metirsîdar dibe. Pêwîstiya herêmê bi avê heye. Dewleta Tirk pêwîstiyên bingehîn ên gel weke çekekê bi kar tîne. Gel ji vê yekê gelekî aciz e."

'DIVÊ HESAB JI DEWLETA TIRK BÊ PIRSÎN'

Semar Ebdullah ragihand, ji ber qutkirina avê tevdîrên li dijî vîrûsa koronayê lawaz bûn û got, dewleta Tirk bi birîna avê sûcê li dijî mirovahiyê dike. Hevseroka Meclîsa Kantona Hesekê Semar Ebdullah diyar kir ku divê hesab ji dewleta Tirk bê pirsîn û got, "Birîna avê wê rê li ber nexweşiyan û belavbûna nexweşiyan veke. Nebûna avê karê me yê dezenfekteyê jî lawaz dike. Em bang li Neteweyên Yekbûyî, saziyên navneteweyî û raya giştî ya navneteweyî dikin ku zextê li dewleta Tirk bikin."