Sefareta Ermenistanê ya li Fransayê gelê Kurd ê berxwedêr silav kirin

Ji aliyê Yekîtiya Alîkariya Giştî ya Ermenan (ÛGAB) û Meclîsa Koordînasyona Rêxistinên Ermen ên li Fransayê semînerek hate lidarxistin. Di semînerê de qala kêmneteweyên li Kafkasyaya Başûr û Rojhilata Navîn hate kirin.

Nûnerê Sefaretxaneya Komara Ermenistanê yê li Fransayê Hovannes Kevorkîan, serokê berê yê Konseya Herêma Île de Francayê Patrîck Karam û Berdevak Tevgera Jinên Kurd ên li Fransayê Bêrîvan Firat jî tevlî semînerê bûn.

Firat di axaftina xwe de qala konfederalîzm û Rojava jî kir û diyar kir ku gelê Kurd di çarçoveya Konfederalîzma Demokratîk de ji bo avakirina şertê jiyîna bi hev re ya gelan, şer dike.

Firat bal kişand ser vî tiştî ku di şertên şer de jî projeya jiyana hevpar a demokratîk li Rojava û Bakurê Sûriyeyê pêk tê û qala xebatên KCD û HDP’ê kir.

Firat got ku, “Di dîroka Komara Tirkiyeyê de cara pêşîn kesekî Ermen li ser nasnameya Ermenan bi dengê Kurdan ketiye meclîsê.” Firat qala parlementerên HDP’ê yên Siryan û Êzidî jî kir û got ku HDP ji bo weheviya gelan têdikoşe.

Firat qala tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got ku “Gelê Kurd bi berxwedanê hatiye vê rojê û gelek êş kişandiye. Lê gelê Kurd têkoşîna xwe domandiye.         

Nûnerê Sefaretxaneya Komara Ermenistanê yê li Fransayê Hovannes Kevorkîan jî got ku “Di şexsê we de ez gelê we yê berxwedêr silav dikim.”

Firat jî diyar kir ku gelê Kurd gelekî berxwedêr e û ew soza xwe ya têkoşînê dubare dikin.