‘Sedema herî mezin a qedexeya li ser PKK’ê bazirganiya çekan e’

Parêzerê Elman Roland Meîster ku destekê dide kampanya ku PKK ji nav lîsteya ‘teror’ê were derxistin, ji Dîe Lînke Lukas Eîtel û Berdevkê Partiya Komunîst a Fransayê Cyrîl Benîot gotin sedema sereke ya qedexeya li ser PKK’ê bazirganiya çekan e.

Kampanyaya ji bo ku PKK ji nav lîsteya ‘teror’ê were derxistin her ku diçe li qada naventewî geştir dibe.  Parêzerê Elman Rolan Meîster, ji Dîe Lînke Lukas Eîtel û Berdevkê Navnetewî yê Partiya Komunîst a Fransayê Cyrîl Benîot ji Medya Haberê Ermen Kansoy re têkilî kampanyayê axivîn.

Parêzerê Elman Meîster diyar kir bi qedexeya li ser PKK’ê ku sala 1993’an dest pê kirî li Elmanyayê gelek zext û zordarî li ser Kurdan çêbûye gelek serlêdanên wan ên penaberiyê nehatine qebûlkirin û gelek jê teslîmî dewleta Tirk a êşknecekar kirine.

Meîster bal kişande ser ‘lîsteya terorê’ ya YE’yê, got PKK jî di nav vê lîsteyê de ye û got, ‘’Ti kes maneyekê nade bê ka çima yasayên navnetewî, mînak Elmanya, YE û DYE aliyê Kurdan ê têkoşer di nav van lîsteyan de ye. PKK û Rêzdar Ocalan, li Iraq, Îran, Sûriyê û Tirkiyê û li herêmên din jib o ku gel azad bibin xwedî roleke pir girîng in. Ji ber vê pir girîng e ku qedexeya li ser PKK’ê rabe.’’

Parêzer Meîster bal kişande ser biryara dadgeha Belçîkayê ya têkilî PKK’ê, destnîşan kir rola Elmanya gelek e ku PKK di nav lîsteya ‘teror’ê de ye, diyar kir Elmanya ji ber ku PKK di nav lîsteyê de bi hezaran doz li dijî gelê Kurd vekiriye û got, ‘’Biryara dadgeha Belçîkayê ku dibêje PKK ne rêxistineke terorê ye, biryareke di cih de ye. Tevgera Kurd alîkarî dide gelê Êzîdî, Kobanê ji DAÎŞ’ê rizgar kir, PKK têkoşîna azadiyê ye.’’ Meîster bi berdewamî got têkoşîna li dijî rejîmên diktator faşîst, nîjatperest û dagirkeriyê ne terorîzm lê têkoşîna azadiyê ye û got, ‘’Argumana me ya herî mezin a di vê kampanyayê de ev e. Em ji vir bi rengekî aşkere dikarin bibînin ku PK ne rêxistineke terorê ye.’’

Mesîster bi berdewamî bal kişande ser rewşa girtîbûnê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, ‘’Azadiya Ocalan şert e. Ocalan dikarîbû niha li Brûkselê biaxiviye, dikarîbû xîtabî YE’yê bikira.’’

Meîster bi berdewamî got bi qedexekirinê re PKK qels nebûye, xurtir bûye û got, ‘’Gelê Kurd her ku diçe xurtir dibe. Li dijî vê lîsteya xwedêgiravî ya terorê kampanyayên girîng çêdibin. Divê ev qedexe abe, divê were asta ku diyalog were danîn. Heke em dixwaizn Rojhilata Navîn û Ewropa gavekê bi pêş ve biçe divê PKK ji lîsteyê were derxistin. Her wiha divê em bikin ku Ocalan were berdan. Çawa ku li Efrîkaya Başûr ev ji bo Mandela pir hewce bû, ji bo Ocalan jî divê ev were kirin.’’

Berdevkê herêma Ahlen a Partiya çepgir Dîe Lînke Lukas Eîtel li ser pirsa bê ka çima PKK hê jî di nav lîsteya ‘teror’ê de ye, hevkariya stratejîk a Elmanya ya bi dewleta Tirk re ku ji dîrokê û wir ve didome bi bîr xist û got ji ber vê hevkariya stratejîk PKK hê jî li Elmanya qedexe ye û Elmanya her deme li dijî teverên têkoşerên azadiyê û sosyalîst e.

Eîtel got, ‘’Ji bo ku qedexeya li ser PKK’ê rabe em zextê li hikûmeta xwe dikin, ji bo li diji agresifiya Tirkiyê bisekine û desteka aborî nede Tirkiyê em hewl didin zexta giran li hikûmeta xwe bikin. PKK hê jî qedexe ye lê li gorî berê em pir pêş ve çûne. Ji bazirganiya çekan ku bi salan e bi artêşa Tirk dikin bi milyaran qezenc kirine, bi qedexekirina PKK’ê hikûmeta Elman pir pereyan bi dest ve tine. Yek ji sedema sereke ku PKK hê jî di nav lîsteya rêxistinên qedexe de tê hiştin, domdarkirina bazirganiya çekan e. Em hêvî dikin însîyatîva çepgir a Elman, li dijî fîrmaya RheînMetallê çalakiyên cidî bike, her wiha li dijî fîrmayên pêvek ên destekvanên vê fîrmayê jî bibe xwedî helwesta cidî.’’

Eîtel bal kişande ser girîngiya kampanyayê û got, ‘’Heke bi rastî ev kampanya bigihije armanca xwe ev ê zexteke mezin li ser dewletan bike. ‘’

Berdevkê Navnetewî yê Partiya Komunîst a Fransayê Cyrîl Benîot ku yek ji destekvane kampanyaya îmzeyan e ku ji bo PKK ji nav lîsteya ‘teror’ê wer derixistin, diyar kir, ji bo aştî û demokrasiyê pir girîng e ku PKK ji nav lîsteya terorê were derxistin.

Benîot têkilî hilbijartina li Fransayê ku Nîsanê wê were krin jî got, guherîna rastî li ya li bara Kurdan û PKK’ê bi guherina hikûmetê û guherîna polîtîkayên dewletê wê bie û got, ew dixwazin bi têkoşîna gelê Kurd re hevkarî bikin. Benîot got, ‘’Ji ber ku em li dijî wê ne ku PKK bi terorîzmê were deqkirin. Em pir xweş dizanin bê ka terorîzm bi rastî çiye. Mînak li Parîsê û gelek paytextan me terorîstên rastî dîtin. Li dijî van terorîstên rastîn ên ku şer kirin û em parastin hêzên Kurdan in.’’

Benîot her wiha diyar kir ji ber têkiliyên berjewendiyê yên welatên Ewropayê yên bi Tirkiyê re PKK hê jî di nav lîsteya ‘teror’ê de tê hiştin.

Benîot diyar lir ji ber ku di nav lîsteya ‘teror’ê de gelê Ewropa bi pêşdarî nêzîkatî li PKK’ê dike û got divê ev pêşdarazî werin şikandin. Benîot diyar kir PKK ne ‘rêxistina terorê’ ye, jib o mafê mirovan, gelê sivîl têdikoşe, li Rojhilata Navîn û Tirkiyê tekane hêz e ku li aşiyê digere û divê ev bi xweşikî were vegotin. Benîot herî dawî got, ‘’Ev rêbaz yek ji rêya herî girîng e ku PKK ji nav lîsteyan were derxistin.’’

Benîot her wiha got divê ew bikaribin hikûmetên xwe bi kirinên wan re hevrû bikin û got, ‘’Heke dibêjin PKK rêxistina terorê ye, divê em bikaribin bibêjin heta beriya bi çend salan di têkoşîna dijî DAÎŞ’ê de we destek dida PKK’ê. Divê em ji wan bipirsin bê ka çima bi nêzîkatiyeke wiha bûn û wan bi vê pirsê re hevrû bikin .Bi van rêbazan em dikarin nêzîkî wê armancê bibin ku PKK’ê ji nav lîsteya terorê derxin.

Em Partiya Komunîst a Fransayê li ser vê mijarê helwesta me zelal e, em dixwazin ev kampanya geş bibe. ‘’