Sê şehîdên jin li Swîsreyê hatin bibîranîn

Ji bo Peyman Bagok, Agirî Gabar û Çavrê Cîlo yên ku di êrîşa dewleta Tirk a meha Mijdarê ya sala 2019’an de şehîd bûn, li bajarê Aaraû yê Swîsreyê merasîma bibîranînê hat danîn.

Bi armanca bibîranîna Peyman Bagok (Hulya Mercan), Agirî Gabar (Xezal Temel) û Çavrê Cîlo (Hêlîn Karadenîz) ku êrîşa dewleta Tirk a meha Mijdarê ya sala 2019’an de şehîd bûn, li Navenda Çandê ya Kurd a li bajarê Aaraû yê Swîsreyê merasîm hat lidarxistin. 

Bibîranîn, bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Destpêkê li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Metîn Mîntaş axivî. Mîntaş got ku ji xeynê berxwedanê tu çare nîn e û ev tişt anîn ziman: “Têkoşîn bi saya şehîdan heta îro hat. Em deyndarên wan in. Li Rojava û Başûrê Kurdistanê cih û warê gerîla û sivîlan bi balafiran tên bombekirin. Gerîla li ber xwe dide, divê em jî li qadan bin.“

Hevserokê Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Îsmaîl Kardaş anî ziman ku axaftina li ser şehîdan ne hêsan e û wiha got: “Şehîd boneya hebûna me ne. Divê mirov li ser jiyana şehîdan bifikire û jê fam bike.“

Li ser navê malbatên şehîdan kekê Çavrê Cîloyê Kadrî Karadenîz wiha axivî: “Birayekê min berê şehîd bûbû. Çavrê, şehîda me ya duduyan e. Şehîda Kurdan e. Bila serê Kurdan sax bibe.“

Berdevka Meclîsa Jinan a Rojbîn a Aaraûyê Dîlan Çetînkaya anî ziman ku heta pêkanîna xeyalên şehîdan ew ê li têkoşînê dewam bikin.

Siyasetmedarê Kurd Adil Botan jî ev tişt gotin: “Ev şehîdên em bi bîr tînin, fermandarên me ne. Gerîla li ber xwe dide, em ên li Ewropayê xwedî li xwe derbikevin bes e. Azadî nêz e.“

Piştî axavtinan sînevîzyon hat nîşandan. Bibîranîn, bi berzkirina dirûşmên “Şehîd namirin“ û “Bijî berxwedana gerîla“ bi dawî bû.