Sê jinên şoreşger di saet û cihê ku hatibûn qetilkirin de hatin bîranîn

Li paytexta Fransa Parîsê li cihê ku Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez 9 sal beriya niha ango 9’ê Çileya 2013’an hatibûn qetilkirin û di heman saetê de li ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê bi merasîmekê hatin bîranîn.

Birayê Sakîne Cansiz Metîn Cansiz û nûnerên saziyên dost ên Fransayê jî li ser banga Tevgera Jinên Kurd a Fransa û Meclîsa Kurd a Demokratîk a Fransayê tevlî çalakiya bîranînê ya li ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê bûn.

Çalakiya bîranînê ya 9'ê Çileyê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Nûpel Mûnzûr di axaftina xwe de diyar kir ku ev komkujî berdewama komploya navneteweyî ye.

Mûnzûr da xuyakirin ku jinên Kurd hêzên kujer ji komkujiyên li Dêrsim, Gurgum, Cizîr, Silopiya û li tevahiya Kurdistanê hatin kirin, nas dikin û got ku komkujiya li Parîsê ji aliyê dîktatortiya Erdogan ve hatiye organîzekirin.

Mûnzûr diyar kir ku heta Fransa berpirsyarên vê qetlîamê ne darizîne "sûcdar" e û got, "Çend sal jî derbas bibin em ê dest ji vê dozê bernedin."

Li ser navê Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê CDK-F Agît Polat bi bîr xist ku her çiqasê 9 sal derbas bûne jî lê hê jî edalet pêk nehatiyê û bêcezakirin didome.

Polat bang li hikûmeta Fransayê kir û xwest ku demildest bêdengiya 9 salan bişkîne û dawî li vê şermê bîne.

Seroka Komeleya Fransa-Kurdistan Sylvîe Jan û endamê 10. Meclîsa Şaredariya Parîsê Elîe Joûsslîn jî tevlî bîranînê bûn.

Slyvîe Jan got, "Ev 9 sal in ku dema ev roj tê, êşên me ji nû ve zindî dibin. Ji roja destpêkê ve her sal sazî û kesayetên nû yên Fransî li hawar û daxwazên Kurdan zêde dibin Ji ber ku ev bi cih ne anîna edaletê ye û di heman demê de pirsgirêka demokrasiyê ya Fransayê ye jî. Lewma ne tenê pirsgirêka Kurdan e, di heman demê de  pirsgirêka Fransiyan e jî."

Piştî axaftinan Hunermend Nûarîn strana "Her sê jinên azad" pêşkêş kir. Pişt re gul li ber Buroya Enformasyonê hatin danîn.