Saziyên li Elmanyayê: Em li Dersimê piştgiriyê bidin namzetên HDP

Saziyên li Elmanyayê piştgirî dan Yekîtiya Hêza Şoreşger a Dersimê. Nûnerên gelek saziyan bang kirin ku li Dêrsimê divê piştgiriya namzetên HDP’ê werin kirin.

Ji bo hilbijartina herêmî li Dêrsimê HDP, EMEP, ESP û Partîzanê Yekîtiya Hêza Şoreşger a Dersimê ava kiribûn. Nûnerên Federasyona Komeleyên Karkeran a Demokratîk (DÎDF), NAV-DEM, AGÎF û Partîzanê diyar kirin ku ew piştgiriyê didin namzetên lîsteya HDP’ê.

Endamê Desteya Rêveber a DÎDF’ê Huseyîn Avgan: Jikarstendina vîna gel û peywirdarkirina qeyûman tu carî nayê qebûlkirin. Ji ber vê jî divê di 31’ê Adarê de şaredarî têkevin destê xwediyên wê yên rastîn.

Nûnerê Partîzanê yên li Ewropayê Mehmet Ozkan: Em piştgiriyê didin Yekîtiya Hêza Şoreşger a Dersimê. Em bang li hemû dostên xwe yên li Dêrsimê dikin ku bila piştgiriyê bidin Yekîtiya Hêza Şoreşger a Dêrsimê.

Nûnerê AGÎF’ê Denîz Şafak: Li Dêrsimê divê gelê me dengê xwe bide namzetên lîsteya HDP’ê.

Şaredara berê ya Dêrsimê Songul Erol Abdil: Ez bang li gelê Dêrsimê dikim ku li hemberî zilma li ser gel, bila dengê xwe bidin namzetên HDP’ê.

Li ser navê saziyan daxuyaniyeke hevpar hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li hemberî rejîma yekzilamiyê divê gel dengê xwe bidin namzetên Yekîtiya Hêza Şoreşger a Dêrsimê.