Saziyên Kurd ên li Rûsyayê: Ya ku hikûmeta Paşînyan kir, şermeke mezin e!

Saziyên Kurd ên li Rûsyayê û Yekîtiya Dewletên Serbixwe radestkirina 2 şoreşgerên Kurd bi destê rayedarên Ermenistanê ji bo dewleta Tirk şermezar kirin.

Yekîtiya Saziyên Civakî yên Kurd ên Navneteweyî, Tevgera Saziyên Kurd ên Navneteweyî û organîzasyona Êzdîxanê, bi daxuyaniyek hevpar nerazîbûn nîşanî radestkirina 2 şoreşgerên Kurd ên Erîvanê ji dewleta Tirk re dan

Daxuyaniya hevpar wiha ye: “Demek berê agahiyên ku 2 gerîlayên HPG’ê ji aliyê MÎT’ê ve dîl hatine girtin, di çapemeniya Tirk de hatin weşandin. HPG’ê di encama lêkolîna li ser vê mijarê de diyar kir ku ev her du gerîla li ser sînorê Ermenistanê hatine girtin û tevî ku bi biryara dadgeha dewleta Ermenistanê serbest berdanê jî, radestî dewleta faşîst a Tirk hatine kirin.

Di Mijdara 2021’an de dema ku her du şoreşger li Serhedê çemê Avareşê derbas dikirin, ji ber hewaya mij berê xwe şaş dikin û ji sînorê Ermenistanê derdikevin. Li vir bi hêzên ewlekariya sînorê Ermenistanê re rû bi rû dimînin, ji ber ku Ermeniyan wekî dost dihesibînin rê nadin şer û bi hêzên Ermenî re dikevin nava diyalogê û di encama vê diyalogê de tên girtin. Piştî girtinê ew birin zindana navenda Êrîvanê. Der barê wan de doz tê vekirin, ji aliyê dewletê ve parêzerek ji wan re tê dayîn, du rûniştin pêk tên û di rûniştina dawî de 8 sal cezayê girtîgehê li wan tê birîn û di encamê de her du şoreşger dest bi greva birçîbûnê dikin. Bi destwerdana parêzer û hin rewşenbîran, dosya ji dadgeheke bilind re tê şandin û dadgeha jorîn biryara betalkirina 8 sal cezayê ku di 23.02.2022 de hatibû dayîn û her du şoreşgeran serbest berdide. Lê her du şoreşgerên Kurd ji dadgehê dernaxin derve, ji aliyê hêzên dewletê ve bi awayekî qorsanî ber bi cihekî nediyar ve tên revandin.

Li ser vê yekê, birêz Kinyaz ku parlemanterê Kotaya Kurdî ya Partiya Paşînyan e bi wezîrê dadê re hevdîtin pêk tîne. Dîsa di hemû hevdîtinên bi saziyên cuda yên dewletê re hatin gotin ku 'her du jî li Ermenistanê ne, sax in' û sonda 'li ser namûsa dewletê' xwaribûn ku herdu şoreşgeran di demek nêz berdin. Li ser vê yekê sazî û kesayetên Kurd baweriya xwe bi hikûmeta dewleta Ermenistanê anîn û ev bûyer ne ji çapemenî û ne jî ji raya giştî re eşkere kirin.

Lê hat diyarkirin ku ev her du şoreşgerên Kurd Atîlla Çîçek û Huseyîn Yildirim ji aliyê rayedarên dewleta Ermenîstanê ve bi dizî radestî dewleta Tirk hatine kirin.

Ji ber dewleta Ermenistanê bi dijmin û kujerên gelê Ermenî re dewleta Tirk a faşîst re têkîlî daniye, şermek mezin e. Em bang li gelê Ermenî dikin ku li dijî vê îxanetê xwedî helwest bin.

Saziyên dewleta Ermenîstanê û karbidestên wezareta dadê, ji ber ku di derbarê van her du şoreşgerên Kurd de agahîyên rast nedane, bala dezgehên Kurdan û Kurdên Ermenîstanê ji hev dûr xistine îxanet kirine.

Ev bûyera radestkirinê piştî ku nûçeya wê di çapemeniya Tirk de derket holê hat zanîn. Me kurdan bi sedsalan bi gelê Ermenî re qederek hevpar parve kiriye û mixabin ku xiyanetek wiha êşê dide. 

Gelê Kurd ê li Rûsya û Yekîtiya Dewletên Yekbûyî dijîn vê radestkirinê bi sosret û xemgîniyeke mezin pêşwazî dike. Şerm e ku hikûmeta Paşînyan ev qas teslîmî dewleta Tirk bûye. Delîlê vê teslîmiyetê bi radestkirina şoreşgerên Kurd derketiye holê.

Ev nêzî 6 meh in ku agahî ji van herdu şoreşgerên Kurd nedihat girtin, diviyabû desthilatdarên Ermenistanê bi biryara dadgehê ew berdabana. Lê serî li îxanetek û sextekariyek wiha dayîn nayê qebûlkirin. 

Bazariya qirêj ên dewleta Ermenistanê bi dewleta Tirk a faşîst re û di encamê de îxaneteke bi vî rengî kirin, bêhurmetiyeke mezin a li hemberî gelê Ermenî ye. Ev heqaretek li nirxên gelê Ermenî ye û divê hesab bê pirsîn.”