Saziyên Kurd ên li Ermenistan êrîşa li Şengal şermezar kirin

Saziyên Kurdan ên li Êrîvan a Ermenistanê li ber Neteweyên Yekbûyî daxuyanîya çapêmenê dan û êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin.

Ji bo êrîşên dewleta Tirk a li ser Şengalê demê dawî zêde bûne saziyên Kurd ên li Ermenistanê bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

Ji bo çapemeniya Eremenî daxuyaniyek bi zimanê Ermenî hate dayîn. Piştre jî li ser navê saziyan Hevserokê Kurdistan Komîte Silo Dirboyan axivî. Dirboyan diyar kir ku kom bûna wan li vir ji bo Neteweyên Yekbûyî  bi erka xwe rabe û bibînin ku dewleta Tirk a dagirker ku bûye bela li serê hemû mirovahiyê û got: “Ji bo wê em daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî dikin ku li hemberî êrîşên Tirk a li ser civaka me ya Êzidî li Şengalê, em dibêjin bêdeng nebin û siyaseta dewleta faşîst a Tirk bibînin û xwedî helwest bin. Em bang li NY’yê dikin ku dawî li bêdnegiya xwe bînin û bibin xwedî helwest.

Dirboyan bi domdarî got: “Civaka me ya Şengalê 2014’an dema ku DAÎŞ’ê êrîş kir û ferman bi serê wan anîn hin jî gelê me êşa wê dikşîne û her kes dizane ku wê demê jî DAÎŞ’ê, bi hevkariya Tirkan êrîş kir niha jî Tirk bi balafirên xwe her rojê êrîşê ser Şengalê dike. Ji bo wê em disa bang li her kesî û teybetî Neteweyên Yekbûyî dikin helwest nîşan bidin, ji ber bêdengbûn tê watêya hevkariya van  êrîşan.

Di dawî de nameya  ku li ser navê hemû saziyên Kurdan hatibû amede kirin bi heyetekê radestê Neteweyên Yek bûyî hat kirin.

Di nameyê de bal kişandin ser van xisûsan: “Em saziyên Kurdan ên Ermenistanê bang dikin û bibêjin bila Neteweyên Yekbûyî bi erka xwe rabe û li hemberî faşîzma Tirk a ku dixwaze serdema Osmaniya carekê din nû bike, bêdeng nebin. Hûn dibêjin em parêzvanên mafê mirovanin, wê demê pewîstê  hûn rê nedin ku dewleta Tirk rehat êrîş bike. Her wiha daxwaz dikin ku xweseriya  Şengalê  bê qebulkirin û ev mafê civaka me ya Êzidî ku statûya wê bê qebûlkirin.”