Saziyên Êzidiyan bangî çalakiya li ber CPT'ê kirin

Navenda Yekîtiya Komelên Êzîdiyan, Meclîsa Şengalê Derveyî Welat, Sîwana Meclîsên Jinên Êzîdî û Partiya Azadî û Demokrasiya Êzîdiyan jî nav de gelek saziyên Êzidiyan ji bo çalakiya li pêşiya avahiya CPT’ê ya li Strasboûrgê bang kirin.

Di daxuyaniya banga çalakiyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdeyî 3 mehan e ku bi pêşengtiya Leyla Guven berxwedana rûmetê tê meşandin û li tevahiya cihanê çalakiyên grevên birçîbûnê berdewam in. Em sazî, dezgeh û partiyên Êzidiyan û pêkhateyên wê piştevaniya berxwedêrên grevên birçîbûnê dikin.

Li ser vî esasî, ji bo azadiya Rêber Apo û jiyaneke bi rûmet em bangî hemû civaka Êzidiyan dikin ku bi giyanê berxwedana dîrokî tevlî daxuyaniya li pêşiya avahiya CPT’ê ya li Strasboûrgê bibin.

Çalakî ew ê di 21’ê Sibatê saet di 10.00’an de li Avenue de l'Europe 1 67000 Strasboûrgê wê were lidarxistin."

Saziyên Civaka Êzidî yên bangawaziyê ji bo daxuyaniyê dikin:

Navenda Yekîtiya Komelên Êzîdiyan (NAV-YEK)

Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat (MŞD)

Sîwana Meclîsên Jinên Êzîdî (SMJÊ)

Navenda Çanda Êzîdxan (NÇÊ)

Koordînasyona Meclîsên Gundên Êzîdiyên li Bakurê Kurdistanê

Hevgirtina Ciwanên Êzîdî (HCÊ)

Partiya Azadî û Demokrasiya Êzîdiyan (PADÊ)”