Saziyên Êzidî yên li Ewropayê pêvajoya rojî û cejnan pîroz kirin

"Em bang li tevahiya civaka xwe dikin, bi taybetî jî bang li civaka xwe ya li Ewropayê dikin ku xêr-xêrat- û alîkariya xwe ya îsal jî bighînin civaka xwe ya ku pêwistî pê heyî, bi taybetî jî alîkariyê bidin kesên xwe yên li kampên Başûr û Şengalê."

Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan (NAV-YEK), Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD), Hevbendiya Êzidiyên li Sûriyeyê, Hevgirtina Ciwanên Êzidî (HCÊ), Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ), Navenda Çanda Êzidxanê (NÇÊ), Sîwana Meclîsên Gundên Êzidiyan (SMGÊ) û Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan Şaxê Ewropayê (PADÊ-Ewropa) daxuyaniyeke hevpar dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Civaka Êzdî li seranserê cîhanê dikeve pêvajoya rojî û cejnan. Meha Kanûnê, meheke pîroz e ji bo civaka Êzdî."

Hate bibîrxistin, ku rojiyê îro destpê kiriye, wê heta 15'ê Kanûnê dewam bike û hate gotin, "Wê bi dorê rojî û cejnên Şêşims, Xweda û Êzî bên girtin û pîrozkirin. Sê hefteyan li pey hevdû rojên Sêşem, Çarşem û Pêncşemê wê rojî bêne girtin û her roja Înê jî wê cejn bêne pîrozkirin. Rojî û cejn li gorî herêman bi awayekî cuda û li gora rê û resmên Ezdayetiyê têne pîrozkirin. 

Li gorî baweriya me divê beriya ku roj hilê, paşîv û piştî ku roj çû ava jî fitar bêne xwarin. Di tevahiya pêvajoya rojiyan de, mirov bi xwe re di warê nefsî de paqijbûn û nûbûneke çêdike, di warê ruhî û derûnî jî de, xwe li ser rêya Xwedê û Tawisî Melek (Milyaket), xurt û qewîn dike. Divê em bizanibin ku bawerî û ola me ne tenê di dema rojî û cejnan de vê yekê li ser me ferz dike, di tevahiya salê de vê yekê li me ferz dike û dixwaze.

Li gorî bawerî û felsefeya me ya jiyanê, piştgiriya civakê ya bi hevdû re û tifaqa wê, li ser me wek rojî û cejnan ferz e û dibe bi cih were. Divê hemû Êzdî li ser vî esasî bijîn û tevbigerin. 

Lê belê hinek taybetmendiyên cuda yên pêvajoya rojî û cejnan hene. Yek ji wan jî dayîna xêr û xêratên miriyan, piştgirtin û alikariya civakî ye. Bi taybetî jî gîhandina xêr-xêrat- û alîkariya bi kesên ku pêwistiya wan pê heyî. Ev erk mîna rojî, cejn û duayan girîng û ferz e.

Îro hîna bi sedhezaran Êzidiyên me di kampên mihaciran de dijîn û nikarin bi germahî rojiyên xwe bigrin, cejnên xwe pîroz bikin. Rewşa civaka me ya li Şengalê jî, ne kêmî ya wan kesên me ku di binê çadirên laylonî de ne. Wek ku zor û zehmetiyên jiyanê, yên piştî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an di nav civaka me ya li Şengalê de ne bes bin, ew niha dibin metirsî û gefek din ya fermanê dane. Hêz û derdorên ku bûyin sedema fermana 3’yê Tebaxa 2014’an îro carekdin civaka me ya li Şengalê dorpêç kirine. Bi siyaseta xwe qirêj, teslîmiyet û birçîbûnê li ser wan ferz dikin û dixwazin siberoja wan tarî bikin. 

Eger siberoja civaka me ya li Şengalê tarî bibe, bê teslîmgirtin û qirkirin, divê ku em baş bizanibin ku wê siberoja tevahiya Êzdîxanê tarî bibe. Divê em pêşî li vê yekê bigrin û rê nedin ku ew bi hewldanên tengav kirinê vê civak û baweriyê teslîm bigrin û ji nirxên wan dûr bixin. Bi dûa û alikariya xwe li cem wan bin, dil û xaniyê wan germ bikin û bibin piştevanê wan. 

Ev yek hem wacibê me yê olî û hem jî yê mirovbûnê ye. Erk û berpirsyariya me ya Ezdayetiyê jî vê ji me dixwaze. Bi taybetî jî di pêvajoye rojî û cejnan de. Li cem civaka me di vê pêvajoyê de, derxistina nanê miriyan ji her tiştî giringtir û ferztir e. Divê ku em wek civak, bi rasthatina rojî û cejnan xwedîderktina li hevdû hîn xûrtir bikin, berpirsiyariya xwe ya mirovî, olî û civakî bicihbînin. 

Bi vê armancê em bang li tevahiya civaka xwe dikin, bi taybetî jî bang li civaka xwe ya li Ewropayê dikin ku xêr-xêrat- û alîkariya xwe ya îsal jî bighînin civaka xwe ya ku pêwistî pê heyî, bi taybetî jî em destê alikariyê kesên xwe yên li kampên Başûr û Şengalê bikin.

Li ser vî esasî em wek Sazî û Pêkhateyên Civaka Êzdî ya Ewropayê, cejn û rojîyên hemû civaka xwe ya li tevahiya cîhanê pîroz dikin û bang li herkesê ku derfetê wan hebin rojiyên xwe bigrin û cejnên xwe pîroz bikin. 

Em ji niha de cejnên we yên Şêşims, Xwedana û ya Êzî pîroz dikin, ji Xwedê û Tawisî Melek dua dikin ku şer rawestîne, aramî û aşitîyê ji bo tevahîya mirovahiyê bîne."