Saziyên Êzidî li dijî desteserkirina şaredariyan bang kirin

Saziyên civaka Êzidî yên li Ewropayê bi daxuyaniyeke hevpar desteserkirina Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê bi tundî şermezar kirin.

Civaka Êzidî nerazîbûneke tund nîşanî desteserkirina Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê da û ev kiryara rejîma AKP'ê bi tundî şermezar kir.

Bi vê armancê Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan, Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî li Ewropayê, Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat, Yekîtiya Êzidiyên Sûriyeyê, Hevgirtina Ciwanên Êzidî, Navenda Çanda Êzidxanê û Meclîsa Gundên Êzidiyan ên li Bakur daxuyaniyeke hevpar weşandin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku şaredarî bi dengê gel hatine hilbijartin, dagirkirina şaredariyan nayê qebûlkirin.

Saziyên civaka Êzidî bang li gelê Kurd û mirovên demokrat kir ku li dijî vê zilmê rabin ser piyan, têkoşînê geş bikin û ragihandin, "Bi navê civaka Êzidî em bang li hêzên navneteweyî dikin ku zextê li hikumeta AKP-MHP'ê bikin, tavilê dev ji wan kiryarên antî demokratîk berde û biryara ji bo desteserkirina şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê betal bike."

Saziyan bi taybetî bang li civaka Êzidî kir ku li dijî van kiryaran çalakiyan pêk bînin û heta encamê werbigire têkoşînê geş bikin.