Sarica: Em bi ti awayî nikarin agahiyê ji Abdullah Ocalan werbigirin

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica bal kişand ser êşkenceya tecrîdê û diyar kir ku ew bi ti awayî nikarin agahiyê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werbigirin.

Komeleya Mafên Mirovan a Kurd li Swîsreyê bi mijara "Rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî" bernameyek ji 2 rojan amade kir.

Roja destpêkê li bajarê Cenevre yê Swîsreyê, li Kulûba Çapemeniyê pêşkêşiyek ji çapemeniyê re hate kirin. Sibe jî wê li Parlamenta Federal a Swîsreyê pêşkêşî ji parlamenteran re bê kirin.

Di roja destpêkê ya bernameyê de li Kulûba Çapemeniyê ya Cenevreyê ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica ku parêzeriyê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dike, ji parêzerên Komeleya Hiqûqnasan a Azadîparêz Rengîn Ergul û Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî yê Yekîtiya Hiqûqnasan a Emerîkayê Gîanfranco Fattorînî beşdarî civîna çapemeniyê ya bi sernavê 'Rewşa girtiyên siyasî li Tirkiyeyê' bûn.

Fattorînî destpêkê axivî diyar kir ku wê bi parêzreê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li ser rewşa li Tirkiyeyê biaxivin.

Parêzer Rezan Sarica jî bi bîr xist ku li girtîgehên Tirkiyeyê gelek kes bi rengekî bi guman dimirin û got, "Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan û Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê, Komeleya Malbatên Girtiyan 604 jê giran 1605 girtiyên nexweş hene."

TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ

Sarica qala pêvajoya komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û işaret bi tecrîdê kir: "Li girtîgehên din hemûyan girtî dikarin bi rengekî komî bimînin û hevdîtinê bikin, lê li Îmraliyê Ocalan deh salan bi tena serê xwe di nava tecrîdê de hate hiştin. Li girtîgehên din rojname, radyo, TV bi destê girtiyan dikevin lê belê li Îmraliyê 14 salan televîzyon hate qedexekirin, rojname hatin sansurkirin, di radyoyê de jî tenê qenalek hebû (qenala fermî ya dewletê TRT-1). Piraniya nameyan jê re nehate dayin yan jî hatin sansurkirin. Piştî 23 salan du caran ji ber sedemên awarte tenê salên 2020 û 2021 karîbû bi birayê xwe re bi telefonê biaxive."

Sarica diyar kir ku dema ew bala xwe didin ser statîstîkên der barê serdanên Îmraliyê de, rewşa tirsnak eşkere dibe û got, "Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve 11 salan zêdeyî hezar serlêdan hate kirin, lê tenê 5 caran destûr ji parêzeran re hate dayin ku hevdîtinê bikin. Ew jî di sala 2019'an de ji ber grevên birçîbûnê û nerazîbûna raya giştî di 2'ê Gulanê û 7'ê Tebaxê de pêk hat. Ji 6'ê Cotmeha 2014'an û vir ve 8 salan li gel mafê hevdîtinê jî malbatê karîbû tenê 5 caran hevdîtinê bike. Hevdîtina herî dawî ya parêzeran 7'ê Tebaxa 2019'an, hevdîtina rû bi rû ya malbatê jî ya herî dawî 3'ê Adara 2020'an pêk hatin."

Parêzer Sarica diyar kir ku ji ber pêvajoya diyalog û danûstandinan a navbera salên 2013 û 2015'an 5 girtiyên din li Îmraliyê hatin bicihkirin û got, "Lê belê piştî 9 mehan 2 ji wan bêyî îradeya wan ji girtîgeha giravê hatin derxistin. Niha tenê Ocalan û sê muwekîlên me li girtîgeha giravê ne.

Van sê muwekîlên ku Adara 2015'an anîn giravê di nava 7 salan de nekarîn hevdîtinekê bi parêzeran re bikin, tenê 3 caran karîbûn malbatên xwe bibînin."

NERAZÎBÛNA LI HEMGERÎ SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ

Sarica destnîşan kir ku hêzên navneteweyî û saziyên hiqûqê erk û berpirsyariya xwe bi cih nînin û got, "Li hemberî qedexeya hevdîtina parêzeran sala 2011'an li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi koda lezgîn serlêdan hate kirin, lê belê prosedura bersivxwestina ji hikumetê ya têkildarî vê serlêdanê jî sala 2019'an hate kirin û serlêdan heyşt salan hate sekinandin. Di nava van heyşt salan de Girtîgeha Îmraliyê bi temamî ji hevdîtina parêzeran re hate girtin. Di ser serlêdana sala 2011'an hate kirin re 11 sal derbas bûne, lê belê hîn jî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryar li ser nedaye.

Nêzîkatiyeke heman rengî ji bo Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) jî derbas dibe. Piştî serdanan di raporên xwe de tespîtên xurt têkildarî tecrîd û kiryarên xerab ên li Îmraliyê kir. Lê belê serdaneke bi bandor, kontrola xurt li ser hikumetê nekir ku helwesta xwe biguherîne."

Îro em di pêvajoyeke cuda de ne ku bêhiqûqî dewam dike. Herî dawî di 25'ê Adara 2021'ê de bi telefonê axaftin hate kirin û piştî çend deqeyan hate birîn. Ji hingî ve ti agahî ji Ocalan nehatiye wergirtin. Her hefte serlêdan li dozgeriyê, rêveberiya girtîgehê têne kirin, lê belê serlêdanên me hemû bêencam hatin hiştin."

Parêzer Rezan Sarica bang li rêxistinên mafan kir ku têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wezîfeyên xwe bi cih bînin.