Salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li Osloyê hate pîrozkirin

Salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li paytexta Norwêc Osloyê bi banga Defend Kurdistan hate pîrozkirin. Di çalakiyê de her wiha êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.

Bi pêşengiya Civaka Demokratîk a Kurd a li Osloyê, Tevna Jinên Kurd (Kurdisk Kvinnenettverk) û UngKurd, li paytexta Norwêc Osloyê mîtîngek hate lidarxistin.

Kurdistaniyên li Oslo û derdora wê dimînin beşdarî mîtîngê bûn û destnîşan kirin ku wê li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bêdeng nemînin.

Endama heyeta Defend Kurdistan û bi navê Tevna Jinên Kurd aktîvîst Lîda Weerts li mîtîngê axivî û got, "Em îro li vir li hev civiyan e ji bo êrişkariya dewleta Tİrk a dagirker a li ser gelê Kurd û Kurdistanê şermezar bikin. Li her devera Kurdistanê û Ewropayê tevgera jinên Kurd mezin dibe, lê belê Tirkiye ji bo pêşî lê bigire her tiştî dike. Di demeke nêz de aktîvîsteke Kurd Denîz Poyraz ji aliyê nijadperestekî Tirk ve hate qetilkirin."

Weerts ji bo aştî û demokrasiyê bang li her kesî kir ku tevlî têkoşîna azadiyê ya Kurd bibe û got, "Hevdu motîve bikin."

SEMÎNERA 15'Ê TEBAXÊ

Piştî mîtîngê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Osloyê bi wesîleya salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê semînerek hate lidarxistin.

Siyasetmedar û nivîskarê Kurd Celalettîn Delîbaş li semînerê axivî û qala girîngî û wateya roja berxwedanê ya 15'ê Tebaxê kir.