Salvegera damezrandina PKK'ê li Viyanayê hat pîrozkirin

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi wesîleya 44’emîn salvegera damezrandina PKK'ê şahiyek hat lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wan roja Şemiyê li Viyanayê li hev civiyan û 44’emîn salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin.

Li salona pîrozbahiyê ya ji aliyê Navenda Civaka Kurd ve hate organîzekirin, pankartên yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mazlûm Dogan û hevrêyên wî yên şehîd hatin daliqandin. Salon jî bi alên YPG, YPJ û HPG'ê hat xemilandin.

Di pîrozbahiya ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de Hevserokê FEDA Demîr Çelîk axivî û got, "Bi saya Rêber Apo me nasnameya xwe nas kir."

Di şahiyê de hunermend Beser Şahîn, Hozan Şemdîn û Nûarîn û Koma Devran derketin ser dikê. Di pîrozbahiyê de bê navber dîlan hatin gerandin.